SÎHA’yên Bayraktar gelo li ser Kurdan tê ceribandin?

SÎHA’yên ku (Firfirokên bêmirov ên bi çek) zavê Erdogan Selçûk Bayraktar ji Artêşa Tirk re tedarîk kiriye, di 31’ê Tebaxê de li Colemêrgê li sivîlan dabû. Ev jî pirsa “Gelo SÎHA’yan li ser Kurdan diceribînin” tîne bîra mirov.

SÎHA’yên ku (Firfirokên bêmirov ên bi çek) zavê Erdogan Selçûk Bayraktar tedarîk kiriye, li ser Kurdan tê ceribandin. Di 31’ê Tebaxê de li Colemêrgê li nêzî Kanîreşê ya gundê Talê SÎHA’yan li 4 çar kesan dabû. Fîrmaya zavê Erdogan, Selçûk Bayraktar van SÎHA’yan tedarîk dike.

SÎHA yên ku di sala 2014’an de li ser wê dihat xebitandin di 3’ê Îlona 2016’an de dest bi peywira xwe kiribûn. Selçûk Bayraktar ê ku zavê Erdogan e li ser hesabê xwe yê twîtterê (@Slck_byrktr) gotibû, “Yekemîn ÎHA’ya bi çek Bayraktar hefteya borî dest bi peywira xwekir. Em li benda diayên we ne.”

DI ‘MERTALA FIRATÊ’ DE JÎ HATIBÛ BIKARANÎN

Ev firfiroka bêmirov a bi çek cara pêşîn di tevgera dagirkeriyê ya ‘Mertala Firatê’ de jî hatibû bikaranîn.

Dewleta Tirk dema Bakurê Sûriyeyê dagir kiribû, dîsa bi kar anîbû.  Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê  (SOHR) di ‘Mertala Firatê’ de nêzî 250 sîvîlan jiyana xwe ji dest dabûn. Çavkaniyên ji herêmê diyar kiribûn ku, piraniya êrîşan ên hewayî bûn.

ROJA TESTÊ: 26’Ê TÎRMEHÊ

ÎHA berê jî ji aliyê Artêşa Tirk ve dihat bikaranîn lê Bayraktar li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kiribû ku, testa pêşîn di 26’ê Tîrmeha 2017’an hatiye kirin. Di parvekirineke din a Bayraktar de jî, tê dîtin ku di 21’ê Tebaxa 2017’an de dest bi perwerdehiya xebatkarên van wesayîtan kirine.

GELO SÎHA LI SER KURDAN TÊN TESTKIRIN?

SÎHA’yan di 31’ê Tebaxê de li Colemêrgê sîvîlê bi navê Mehmet Temel qetil kiribû û 3 kes jî birîndar kiribû. Ji ber vê jî pirsa ku ‘Gelo SÎHA’yan li ser Kurdan diceribînin’ tê bîra mirov.
Walîtiya Colemêrgê jî diyar kiribû ku êrîş bi SÎHA’yan hatiye kirin.

TÊKILIYA HÛLÛSÎ AKAR Û YA BAYRAKTAR

Selçûk Bayraktar di 14’ê Gulana 2016’an de bi keça Erdogan, Sumeyye Erdogan re zewicîbû û Sererkan Hûlûsî Akar jî şahidiya mehra wan kiribû. Piştî mehrê bi du hefteyan Bayraktar û Akar li hev civiyabûn û ‘Bayraktar SÎHA’ hatibû naskirin. Bayraktar beriya ku bibe zavê Erdogan fîrmaya wî nedihat naskirin lê piştî ku Bayraktar bû zavê Erdogan, fîrmaya wî bû tedarîkvanê Artêşa Tirk.