Jinên ciwan ên Şengalê: Em ê bibin dengê xweparastinê

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de peyam dan ku bi pêngava ku di pêşengtiya TAJÊ de hatiye destpêkirin ew ê bibin dengê xweparastinê.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê têkildarî pêngava '“Li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê” ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad ên Êzidî (TAJÊ) hatiye destpêkirin, li Meclîsa Gel a Serdeştê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê Avesta Êzidî daxuyanî xwend. Avesta Êzidî bi bîr xist ku di pêşengiya TAJÊ de pêngava “Li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê” hatiye destpêkirin û got, “Em jî weke Yekitîya Jinên Ciwan ên Şengalê tevlîbûna xwe ya ji kampanyayê re radigihînin. Ji bo em siyaseta qirkirinê hilweşînin, her yek ji me bibe dengê xwe parastinê. Em ê bi ruhê pêngava bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî serbixe azadî’ tevlî kampanyayê bibin û bi rengekî çalak cihê xwe tê de bigirin.’’