Leşkerê Tirk ê ku li Şirnexê êrîşa zayendî pêk anî hat binçavkirin

Baroya Şirnexê ragihand ku çawîşê pispor ê Tirk ku jinek tacîz kiriye ji wezîfeyê hatiye girtin û piştî tedawiyê hatiye binçavkirin.

Baroya Şirnexê derbarê çawîşê pispor ê şerê taybet ê Tirk Z.Ç. ê ku ji ber êrîşa zayendî ya li dijî jinekê li Kolana Orman a taxa Dîcle ya navenda Şirnexê ji aliyê gel ve bi xweparastinê hatibû bêbandorkirin de daxuyaniyeke nivîskî da.

Baroyê ragihand ku Z.Ç, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve tê meşandin de, piştî tedawiyê hatiye binçavkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di 12’ê nîsana 2024’an saet derdora 21.30’an de, çawişê pispor ê serxweş, welatiyeke me tacîz kir û welatiyên li derdor li gel bûyerê faile tacîzê derb kiribûn û bûyer di çapemeniyê de derketibûn pêş. Têkildarî bûyerê 4 welatiyên me hatine binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin de kare Z.Ç. hatiye sekinandin û hatiye binçavkirin. Em ji raya giştî re diyar dikin ku em ê şopdarê bûyerê bin.”