Li Îranê rojnamevanekî Kurd hat binçavkirin
Hêzên dewleta Îranê, damezrînerê kanala bi navê Porîsman a li ser Telegramê weşanê dike, Mistefa Hemdî li bajarê Seqizê binçav kirin.
Hêzên dewleta Îranê, damezrînerê kanala bi navê Porîsman a li ser Telegramê weşanê dike, Mistefa Hemdî li bajarê Seqizê binçav kirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku rojnamevanê Kurd Mistefa Hemdî li bajarê Seqizê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatiye binçavkirin.
Her wiha hate gotin ku çarenûsa Mistefa Hemdî yê ku tê gotin damezrînerê kanala bi navê 'Porîsman' a li ser Telegramê weşanê dike, nayê zanîn.