BI DÎMEN

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Di êrîşê de Sadûn Mîrza Elî şehîd bû

Rêveberiya Xweser a Şengalê, ragihand ku di êrîşa dewleta tirk a dagirker a ku di navbera gundê Werdiyê û Ziravikê de Sadûn Mîrza Elî ku bavê 3 zarokan e şehîd bû.

Li Şengalê îro saet di derdora 13:00’an de, di navbera gundên Werdiyê û Ziraviyên yên bi ser nahiya Tilezêrê, balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîta saziya malbatên şehîdan bombebaran kir. Derbarê êrîşa dewleta tirk a dagirker de Rêveberiya Xweser a Şengalê li ber Meclîsa Gel a Sinûnê bi beşdariya nûnerên saziyan û gelê Şengalê daxuyaniya çapemeniya da.

Endamê Meclîsa Gel a Zorava Nemir Pûko di destpêka daxuyaniyê de da zanîn ku di êrîşa dewleta tirk a dagirker de sayiqê wesayîta malbatên şehîdan Sadûn Mîrza Elî yê bavê 3 zarokan e şehîd bû û wiha axivî: ‘’Em ji dewleta Iraqê re dibêjin ka serweriya te ku tu asîmanê xwe biparêzî. Em ji dewletên navnetewî re dibêjin, ka demokrasiya we. Ji dema fermanê heya roja me li Şengalê êrîş li ser êrîşê berdewam dike. Lê em dibêjin em ê bi şehîdên xwe bi qewetir bibin. 5 hezar sal in me ziman, ol, ax parastiye. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin.”

Nemir Pûko destnîşan kir dewletaTtirk a dagirker ku di fermana 2014’an de dixwest bi destê DAÎŞ’ê Êzidiyan tine bike niha êrîşên xwe yên qirkirina civaka Êzidî berdewam dike û got: ‘’Em ji raya giştî re dibêjin, em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û terka Şengalê nekin.’’

‘YÊN ÊRÎŞÎ ME DIKIN HEVKARÊN DAÎŞ’Ê NE’

Hevseroka PADÊ Macîda Dexîl jî di daxuyaniyê de axivî û got: ‘’Her roj êrîşê me dikin lê em serî danaynin. Em ê li hemberî êrîşan gavên xwe xurtir bavêjin. Em bi şehîdan kêm namînin, em ê bêtir xurt dibin. Yên ku li ber derê malên me êrîşên zarokên me dikin hevkarên DAÎŞ’ê ne. Em dewleta tirk jî dewleta Iraqê jî şermezar dikin. Destê wan di vê êrîşê de heye. Em bi xwîna şehîdên xwe serbilind in û em dest ji vê dozê bernadin.’’

Macîda Dexîl bi bîr xist ku ev êrîş di salvegera şehadeta fermandarê Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo de pêk hatiye û got: ‘’Em li ber van êrîşan dest danaynin û em ê ji berê zêdetir li ser kar û xebatê xwe bin.’’