Kesên di qezaya Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn

Meşvanên Azadiyê 21 kesên ku di qezaya qemyonê ya di 20’ê Tebaxa 2022’yan de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn.

“Meşa Mezin a Azadiyê” ya Şaxa Wanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dest pê kir, di roja 10’emîn de 21 kesên di qezaya di 20’ê Tebaxa 2022’yan de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî. Meşvanên azadiyê ji bo bîranînê çûn Kolana Qoserê ya ku bûyer lê qewimî qurnefîl danîn.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş di bîranînê de axivî û diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka Kurd 10 roj in bi gel re ne. Bêrîtan Guneş, 21 kesên ku sal û nîv berê di qezaya Dêrikê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha got: “Weke ku me gelek caran diyar kiriye, holdîngên ji aliyê dewletê ve hatine avakirin, hem ji bo hebûna me, hem jî ji bo xwezaya me û ehm jî ji bo welatiyên me xeteriyeke mezin e. Ji bo ku ev kamyon ji navenda bajêr derbas nebin divê rêyeke cuda bê çêkirin. Lê dema mijar dibe bajarên Kurdan dewlet û hikûmet bêdeng dimînin. Ev qeza ne qeza bû komkujî bû. Ev komkujiyek li ber çavên me hate kirin. Ji ber vê jî heta ev qeza û komkujî ronî bibe em ê vê dozê bişopînin. Ji bo ronîkirina vê komkujiyê em ê her tim têbikoşin.”

Piştî axaftinê qurnefîl li cihê qezayê hatin danîn.