Di Nobetên Edaletê de banga şikandina tecrîdê hat kirin

Nobeta Edaletê ya ku li gelek bajaran bi daxwazên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê lidarxistin, bi tevlîbûna berfireh û peyamên tund dewam dike.

Dayikên Aştiyê û Rêxistina Navçeya Yuregîrê ya DEM Partiyê nobeda Edaletê ya ku 68 roj in ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Girtî û Malbatên Mehkûmî ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) ve didome, girtin. Dayika Aştiyê Binnaz Karakaş li Nobeda Edaletê peyama "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, em bibin dengê zindanan" da.

LI MÊRSÎNÊ DI ROJA 68’AN DE YE

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) re li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 68’an de ye. Di nobetê de rêveberên DEM Partiyê û Dayikên Aştiyê amade bûn. Çalakgeran bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” daxwazên xwe anîn ziman.

LI AMEDÊ DI ROJA 67’AN DE YE

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Rezana Amedê di roja 67’an de berdewam dike. Dayika girtiyê nexweş Şaban Kaygusuz ku ji bo piştgiriyê bide nobetê ji Dîlokê hat û rêveberên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ziyaret kirin.

LI WANÊ DI ROJA 67’AN DE YE

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li Wanê hatiye destpêkirin di roja 67’an de didome. Serdanên piştgiriyê yên ji bo çalakgerên nobetê dewam dikin. Di serdanê de Dayika Aştiyê Fatma Serhatli peyama "Serkeftina vê çalakiyê wê edaletê bîne" da.

LI MÊRDÎNÊ DI ROJA 34’AN DE YE

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk ku piştgirî dan Meşa Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, Nobeta Edaletê ya Mêrdînê ziyaret kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di serdanê de axivî û got, "We pêşengiya gelê Kurd û azadiya vî gelî kir. Îro meşvanên azadiyê li dengê we guhdarî kirin û 9 roj in dimeşin. Ev îrade û baweriya me wê bigihêje mîlyonan, gelê Kurd wê azad bibe. Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe wê ev meş bidome.”

LI ÎZMÎRÊ DI ROJA 21’AN DE YE 

Nobeda Edaletê ya ku li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) re hatibû destpêkirin di roja 21. de berdewam dike. Di nobetê de peyamên: "Em ji bo edaletê dawî li tecrîdê bînin, ji bo aştiyê li girtîgehan bibin deng."

Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Tekîrdagê dîl tê girtin Medîne Kaymaz li Nobeta Edaletê daxuyanî da û got: "Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin.  3 sal in destûr nayê dayîn ku kesî bibînin. Heta li Îmraliyê be kes rehet nabe. Em li dijî vê zilmê ne. Heta ku dengê Ocalan bibihîzin em ê çalakiya xwe bidomînin."

STENBOL

Rêxistinên DEM Partiyê Beşîktaş û Çatalcayê jî bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê re (MATUHAYDER) Nobeta Edaletê ya Stenbolê ziyaret kirin. Rêveberê MATUHAYDER'ê Ridvan Karataş got, "Heta ku tecrîd rabe em ê çalakiyên xwe bidomînin."

LI ÊLIHÊ DI ROJA 9’AN DE YE

Nobeta Edaletê ya li Êlihê hatiye destpêkirin di roja 9’emîn de didome. Beşdarên nobetê bi dirûşmeyên bi Kurdî û Tirkî destnîşan kirin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye.