‘Ev meş wê heta azadiya Abdullah Ocalan bidome'

Meşvanên Azadiyê li Dersimê bi boneya meha Xizir çûn serdana Gola Çeto, Ana Fatma û Zinarên 38’ê. Di axaftinan de peyama "Ev meş wê heta azadiya Abdullah Ocalan bidome" dan.

"Meşa Mezin a Azadiyê"  ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 8’an de li Dersimê bi çendek bîranîn û serdanan berdewam kir. Meşvan, bi boneya meha Xizir çûn serdana Gola Çeto, Ana Fatma û Zinarên 38’ê.

Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Şukriye Ercan di serdana Gola Çeto de axivî û wiha got: “Bila loqmeyên me di meha Xizir de bibin wesîlaya aştiyê. Ez ê dîroka zindanan bi dûvdirêjî venebêjim. Nûner û rêveberên gel di girtîgehê de ne û tên tecrîdkirin. Lê yên divê di hundir de bin niha li derve ne. Rêberê gel xistine girtîgehê û ser re jî tecrîd dikin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘heke derfetê bidin ez ê şer di hefteyekê de çareser bikim.’ Lê guh nadinê. Bila ev meş û loqme bibin wesîleya azadiya birêz Abdullah Ocalan. Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan bikare rola xwe bilîze divê tavilê azad bibe. Em dayik aştiyê dixwazin. Divê bi hezaran girtiyên siyasî bên berdan.” 

Piştî axaftinan jî ji bo aştiyê loqmeya Xizir hate belavkirin û çira hatin vêxistin. 

Meşvan piştre jî çûn serdana Ana Fatmayê. Li vir jî çira hatin vêxistin û loqme hatin belavkirin. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Emîne Eren li vir axivî û wiha got: “Em çirayên xwe ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û aştiyê vêdixin. Hêvîdarim ev çira bibin wesîleya aştiyê. Weke dayikan em ji bo meşvanên azadiyê serkeftinê dixwazin.” 

‘EM Ê JI HIŞMENDIYA KOMKUJER HESAP BIPIRSIN’

Piştre jî meşvan çûn serdana “Zinarên 38’ê” ku di Komkujiya Dersimê de herî zêde kes li vir hatibûn qetilkirin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li vir axivî û ev tişt anî ziman: “Îro axaftina li vê derê ji bo min gelek zor tê. Ji ber ku di Komkujiya Dersimê de ji malbata me jî bi sedan kes hatin qetilkirin. Dîroka me ne dîrokeke şexsî ye. Tiştên li vir hatine jiyîn, dîroka gelê Kurd e. Hemû kes dizane ku ev komkujî ji bo tirkkirina Dersimê hate kirin lê her kes bêdeng e. Di esasê xwe de dîroka komarê dîroka komkujiyan e.”

‘BERDÊLA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE…’

Çîçek, axaftina xwe wiha qedand: “Em li vir careke din dibêjin ku Dersim Kurd e, Dersim Kurdistan e. Dersim warê qedîm ê Elewiyan e. Em ê bi israr li dijî vê zihniyeta qirker, têkoşîna xwe bidomînin. Ev 3 sal in em ji birêz Abdullah Ocalan tu agahiyan nagirin. Çawa ku cenazeyên pêşengên Kurdan winda kiribin, dixwazin bi girankirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan re qirkirina Kurdan bidomînin. Heta ku hesab ji vê zîhniyeta qirker tê pirsîn dê ev doz bidome. Dê têkoşîna me ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bidome. Em ê teqez bi ser kevin. Em soz didin hemû canên xwe yên me winda kirin û mezinên xwe ku dê ev xak bibin paytexta wekhevî û xwişk-biratiyê. Em ê li dijî vê pergala riziyayî serî hildin û hesaba hemû komkujiyan bipirsin.”

Piştî axaftinan jî ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dersimê, qurnefîl danîn Çemê Munzurê.