Rûniştina doza Hevşaredar Karaman pêk hat

Dadgeriya Tirk biryar da ku Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman "dîlgirtî" bimîne, ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin.

Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman di 15'ê Cotmeha 2019'an de bi operasyona qirkirina siyasî hatibû destgîrkirin û piştî 2 rojan hate girtin û wezîfeya wî jî hate desteserkirin. Li dijî Karaman bi îdîaya "endametiya rêxistinê" doz hate vekirin û rûniştina destpêkê pêk hat. Karaman bi rêya sîstema deng û dîmen ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tevlî rûniştina li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bû. Parlamenterê HDP'ê Saît Deded û gelek endamên partiyê doz şopandin.

Karaman diyar kir ku rast e ew tevlî merasîma cenazeyên "endamê rêxistinê" bûye û got, "Merasîma ku ez tevlî bûm ya cenazeyê kurê min bû."

Heyeta dadgehê biryar da ku Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman girtî bimîne.

Rûniştina dozê jî ji 24'ê Nîsanê re taloq kir.