Rûniştina darizandina polîsê ku Kûrkût qetil kir, pêk hat

Rûniştina doza polîsê ku Kemal Kûrtût qetil kir, pêk hat. Polîsê kujer bi bahaneya 'karantînayê' tevlî rûniştinê nebû. Rûniştin hate taloqkirin.

Di sala 2017'an de xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût dema ku tevlî Newroza li Amedê dibû, ji ailyê polîsê Tirk Y.Ş. ve bi zanebûn hatibû kuştin. Ji sûcê 'kuştina bi zanebûn a gengaz' doz li polîsê kujer Y.Ş. hate vekirin. Rûniştina 10'an a dozê li 7'emîn Dadgeha Ceza ya Giran pêk hat.

Polîsê kujer Y.Ş. bi îdîaya ku ji ber vîrûsa koronayê di karantînayê de ye tevlî rûniştina dozê nebû. Kekê Kûrkût Ferhat Kûrkût û parêzerên wan Mehmet Emîn Aktar, Sîdar Avşar û Zeyne Işik tevlî rûniştinê bûn.

Dozger diyar kir ku polîsê kujer 'bi zêdegavî çek bi kar aniye' û xwest ji ber sûcê 'bi zanebûn bû sedema mirina mirovekî' bê cezakirin.

Heyeta dadgehê rûniştin ji bo 22'ê Îlonê taloq kir.