Ronahî: Têkoşîna Sara têkoşîneke gerdûnî bû

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî: Têkoşîna hevala Sara ne têkoşîneke ku tenê bi têkoşîna jinê ya PKK'ê were nirxandin. Ji vê jî wêdetir têkoşîneke gerdûnî ye.

Li ser jiyan û têkoşîna yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve hate kuştin, hevrêya wê Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî ji ANF'ê re axivî.

'ME GOTIBÛ KU WÊ TEQEZ TOLA WÊ BÊ HILANÎN'

Ronahî bal kişand ser rêveberên MÎT'ê yên 4'ê Tebaxa 2017'an li Başûrê Kurdistanê hatin girtin û bi bîr xist ku piştî komkujiyê wan dabûn xuyakirin ku wê tola wan bê hilanîn. Ronahî got, "Di salvegera 5. a şehadeta heval Sara, Leyla û Rojbîn de, kes û hêzên ku ev komplo kirine bi hêrseke mezin şermezar dikim. Wekî din, sê hevrêyên me yên şoreşger Pakîze, Sêvê û Fatma ku 4'ê Çileya 2016'an şehîd bûn, bi minetdarî bi bîr tînim. Hêza TC a faşîst a ku ew kuşt, bi hêrseke mezin şermezar dikim."

Elîf Ronahî da xuyakirin hem dema komployê hem jî hedefgirtina Sara, Leyla û Rojbîn, tiştekî rasthatî nîne û wiha dewam kir: "Bi taybetî, pêvajoyek hebû ku Rêberê me dixwest li Îmraliyê dest pê bike. Komkujiya hate kirin, bersivek li vê pêvajoyê bû. Ev yek ji aliyê şexsekî ve nehat kirin. Hikumeta AKP'ê wê wextê got, 'Hesabpirsîna navxweyî ya PKK'ê' ye. Her wiha bi zanebûn got ku Fethûllah Gulen kiriye. Komploya hate kirin yekser bi biryara îradeya siyasî û musteşarê MÎT'ê hate kirin. Eger daxuyaniya hikumeta AKP'ê ku di got 'Fethûllah Gulen kiriye' rast be, wê demê MÎT û Serokkomar jî endamên Fethûllah in. Dewletên cîhanê û Tirkiye jî baş pê zanin ku ev komplo ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin. Ya ku MÎT'ê bi rê ve dibe jî ew hêz in ku niha Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Rêxistina me belge û daxuyaniyên pêwîst ên li ser vê weşand. Di dema bê de wê hê bi berfirehî ji raya giştî re were eşkerekirin. Wê wextê dema ku me daxuyanî da, me gotibû ku em ê teqez tolê hilînin. Bila cîhan tev zanibe ku dewama vê wê were."

HEVALA SARA BANDOREKE XURT LI MIROVAN DIKIR'

Ronahî di dewama axaftina xwe de işaret bi kesayetiya Sakîne Cansiz (Sara) kir û anî ziman ku Cansiz li ser şêweyê fermandariya jinê di şer de û rola wê ya li qadên siyasî, leşkerî û civakî gelekî kûr dibû. Ronahî diyar kir ku Cansiz jin, mêr, kadro, welatparêz bi her heval û gel re timî eleqedar dibû û hewl dida wan hê bêhtir têbigihîne.

Elîf Ronahî got, "Hevala Sara berxwedana xwe ya li zindanê, li çiyê jî dewam kir" û da xuyakirin ku bi danhevî û tecrûbeyên xwe hewl dida bi sekna xwe hevrêyên xwe yên ciwan perwerde bike û hişmendiya jinê xurtir bike.

Ronahî bi bîr xist ku weke PAJK'ê wan salên 2008-2009'an plansaziyek amade kiribûn û got, "Di çarçoveya vê plansaziyê de hevala Sara hema bêjin bi hemû hêzên gerîla re civîn pêk anîbû. Li her cihê diçû, bi hevalên jin û mêr re sohbet dikir, li zor û zehmetiyên ku wan dikişand dipirsî û ew perwerde dikir."

Ronahî bal kişand ser têkiliyên Cansiz bi civakê re û got, "Dema ku jinan zehmetî dikişandin, ya jî nêzîkatiyeke şaş a mêr li dijî jinê hebû, bi malbatan re civîn dikir, ji wan re qala rêbaza jiyanê ya mînak dikir û di mijara rêbazên têkiliyê û perwerdeya zarokan de perspektîf dida. Hevaleke/î ku heval Sara nas dikir an jî demeke kin pê re diyalog kir, gelekî dikete bin bandora wê û ew qet ji bîr nedikir. Ji ber vê yekê, dema ku heval Sara, Rojbîn û Ronahî şehîd bûn, hem li Ewropayê, hem jî li Bakurê Kurdistanê bi deh hezaran kes tevlî merasîmên cenazeyan bûn. Diyalogeke kin a hevala Sara têrê dikir ku bandoreke mezin li mirovan bike."

'TEVGERÊN JINAN ÊN CÎHANÊ, HEVALA SARA WEKE RÊBERA XWE QEBÛL KIRIN'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî diyar kir ku nabe Cansiz tenê bi têkoşîna PKK û PAJK'ê were nirxandin û işaret bi asta gerdûnî ya têkoşîna wê kir. Ronahî destnîşan kir ku têkoşîna wê bû têkoşîna Roza û Clarayan û ji ber vê yekê 9'ê Çileyê ji bo hemû jinên cîhanê weke roja têkoşînê hate ragihandin.

Ronahî wiha dewam kir: "Têkoşîna hevala Sara ne têkoşîneke ku tenê bi têkoşîna jinê ya PKK'ê were nirxandin. Ji vê jî wêdetir têkoşîneke gerdûnî ye. Bi kîjan daxwaz û kelecanê dest bi têkoşînê kir, bi heman daxwaz, biryardarî û kelecanê heta kêliya dawî têkoşiya. Ne tenê ji bo azadiya jinên Kurd têdikoşiya. Wê êşên hemû jinên bindest ên li cîhanê didît, hîs dikir û ji bo hemûna têdikoşiya. Ji ber vê yekê, tevgerên jinan ên cîhanê, piştî şehadeta havala Sara ragihandin ku ew têkoşîna hevala Sara weke têkoşîna xwe dibînin. Tevgerên jinan ên cîhanê her wiha hevala Sara weke rêbera xwe qebûl kirin. Jinên Arjantînî hevala Sara weke rêbera xwe qebûl kirin. Vê yekê berpirsyariya me hezar qatî zêde kir û bersiva me wê ji vê re hebe."

Ronahî destnîşan kir ku wê têkoşîna tevgera jinên Kurd û Rojhilata Navîn bi ser bixînin.

Elîf Ronahî da xuyakirin ku Cansiz di salên dawî de gelekî hewl da û têkoşiya ku divê ew di asta herî bilind de têkiliyê bi tevgerên şoreşê yên cîhanê û tevgerên jinan ên cîhanê re têkiliyê deynin, xeteke hevpar a çalakiyan ava bikin û bi taybetî bi jinên li Rojhilata Navîn re bibin yek.

Ronahî got, "Di konferansa jinan a Rojhilata Navîn de ku sê-çar sal beriya niha hate kirin, kedeke mezin a hevala Sara hebû. Ji bo jin li eniyeke hevpar li dijî faşîzmê û modernîteya kapîtalîst têbikoşin, ji bo jin li dora aliyên hevpar ên jinbûnê bicivin û di konferansa jinan a neteweyî de perspektîfek bê avakirin, gelekî hewl da."

'LI HER CIHÎ DIVÊ JIN LI SER XETA JINÊ YA AZAD A SARA BIMEŞIN'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî destnîşan kir, dema ku jin mîna Cansiz jiyan, mîna wê hîs kirin û li her qada jiyanê tevlî nava têkoşîna azadiyê bûn, hingî wê têkoşîna jinên bindest ên cîhanê gerdûnî bibe.

Ronahî got, "Di şexsê hevala Sara de ji bo bersivê bidin bîranîna hevalên Rojbîn, Ronahî, Sêvê, Pakîze, Fatma, Delal û hemû hevalên şehîd, di çarçoveya hevrêtiya rast de em ê vê têkoşînê teqez bi ser bixînin, azadiyê diyarî dayik û jinên Kurd bikin û bikin ku di nava civakeke exlaqî-polîtîk de bijîn. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku hemû jinên li Rojhilata Navîn di xeta hevala Sara de bijîn, têbikoşin, vê biryardariyê nîşan bidin û tevlî bibin. Girîng e jin li her cihê lê ne li ser xeta jinên azad a Sara bimeşin, mîna Sara bijîn, hîs bikin û têkoşîna azadiya jinê li her qadê bimeşînin."

Di dawiya axaftina xwe de Ronahî destnîşan kir ku ew soza xwe careke din dubare dikin, ku wê xewn û xeyalên wan bi cih bînin û got,"Careke din şehîdên me bi minetdariyeke mezin bi bîr tînim."