Rojnamevan Nûjiyan Erhan bi sûîqestê birîndar bû

Rojnamevan Nûjiyan Erhan, ku şerê li Şengalê dişopand, derket holê bi sûîqestê birîndar bûye.

Xebatkara çapemeniya azad Nûjiyan Erhan û hevalê wê yê kameraman, ku ji bo şopandina şerê ji ber êrîşa hêzên PDK'ê rû da çû herêma Xanesorê, bi guleya çekdarên bi navê 'pêşmergeyên rojava' bi zanebûn û nîşangirtinê, birîndar bû.

Li gorî agahiyan, Nûjiyan Erhan û kameramanê pê re, li cihekî navbera Sinûnê û Xanesorê, şerê ji ber êrîşa çekdarên PDK'ê derket, dişopand. Lê belê li vê derê di encama êrîşeke sekvanî de birîndar bû.

Hat ragihandin, Nûjiyan Erhan bi giranî birîndar bûye. Rewşa tenduristiyê ya kameramanê navê xwe nehat hînbûn, baş e.