Rojnamevan Çetîn Kûrşûn hate girtin

Rojnamevan Çetîn Kûrşûn ku li Qoserê hatibû binçavkirin hate girtin.

Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ku rojname bi biryarnameyê hate girtin Çetîn Kûrşûn roja 6'ê Sibatê di serdegirtina mala xwe de ji aliyê tîmên taybet ê Tirk ve li gel kekê wî Sedat Kûrşûn hatibû binçavkirin. Rojnamevan Kûrşûn 14 rojan di binê çavan de ma û piştre ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Tîmên taybet 14 roj berê bi hinceta îxbar heye bi ser mala malbata Kûrşûn a li taxa Firatê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê de girtin. Tîmên taybet ên rûyê wan girtî bi gelek wesayîtên zirxî dor li malê girtin, deriyê malê şikandin û ketin hundir.  Bi navê 'lêgerînê' mal wêran kirin û rojnamevan Çetîn Kûrşûn binçavkirin. Di heman demê de çûn cihê ku birayê wî Sedat Kûrşûn lê dixebitî û ew jî binçav kirin. Piştî 14 rojan li Midûriyeta Polîsan a Qoserê hatin girtin, derxistin Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê. Piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê herdu bira sewqî Dadgeha nobedar kirin. Dadgerê Tirk bi hinceta 'Her çiqasî ne endamê rêxistinê ye  li ser navê rêxistinên sûc kiriye' biryara girtina Çetîn da û Sedat jî serbest berda. 

Piştî girtinê Kûrşûn birin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.