Rojnamegerê ku PDK’ê ew destgîr kiribû tu agahî jê nayê stendin

Rojnameger Qehreman Şukrî yê ku li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê asayîşa PDK’ê di 27’ê Hezîranê de ew destgîr kiribû, 17 roj in agahî jê nayê stendin.

Rojnameger Qehreman Şukrî di 27’ê Hezîranê de li Dihokê hate destgîrkirin. Asayîşa PDK’ê rê nade malbat û parêzerên Qehreman serdana wî bikin. Heya niha ti sedemek ji bo destgîrkirina Qehreman jî nehatiye diyarkirin û ev 17 roj in aqûbeta Qehreman nayê zanîn.

Di 19’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker gundê Sîda yê ser bi Şêladizê ya ser bi Dihokê bi dijwarî bombebaran kir. Di encama bombebaranê de komkujiyek pêk hat û 5 ciwan şehîd bûn. Piştî wê PDK’ê dest bi girtina rojnameger û welatiyan kir.

Di 27’ê Hezîranê de Asayîşa PDK’ê li Komelgeha Sîrê ya ser bi Şêladizê bi ser mala rojnameger Qehreman Şukrî Zeynedîn de girtin û ew destgîr kirin. 17 roj in aqûbeta rojnameger Qehreman nayê zanîn.

Tevî gelek rêxistinên mafê mirov û parastina rojnamegeran banga berdana rojnameger Qehreman Şukrî kirin jî, heya niha nayê zanîn bê ka Qehreman li ku ye û di çi rewşê de ye.

Li gorî agahiyên ji malbata Qehreman hatine girtin, heya niha jî PDK’ê rê nedaye parêzer û malbat serdana Qehreman bikin û ji aqûbeta wî tiştek bizanin. Ji bo destgîrkirina Qehreman heya niha desthilatdariya herêmê jî ti sedemek nîşan nedaye.

Rojnameger Qehreman di 26’ê Çileya sala 2019’an de jî di dema xwepêşandana li dijî baregeha leşkerên Tirk de li gel çend kesên din hatibû destgîrkirin û piştî 22 rojan hatibû berdan.