Rojên li Romayê û derketina ji mecbûrî – 9

Gelê Kurd di komploya 66 rojan de, di beşa Romayê de li dora Ocalan bûn xelek. Bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ şehîd dan. Ocalan wiha digot, “Pasaporta min tune, ez têk neçûme, ji ber ku ez têk neçûme li gorî wan sûc tê hesibandin.”

Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îtalyayê bû berê hemû Kurdan li vî welatî bû. Ji Ewropayê Kurd û dostên wan diçûn Îtalyayê, ji bo ku wî bi tenê nehêlin diçûn nexweşxaneya li Qada Celîo ya ku ew çûbû wir. Wê navê vê qadê piştre bihata guhertin û bikirina ‘Pîazza Kurdistan’. Gelê Kurd her sibeh fenanî ku Ocalan li wê nexweşxaneyê ye, digotin ‘Roj baş serokê min.”

Komploya ku di 9’ê Cotmehê de dest pê kiribû, di nav şoreşger û welatparêzan de bûbû hêrseke mezin, girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di serî de, li gelek navendên dinyayê gelek Kurdan, digotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û agir bi xwe dixistin. Agirê pêşîn ê li dora Ocalan di 9’ê Cotmehê de ji aliyê M. Halît Oral li girtîgeha Maraşê hate vêxistin. Vî şoreşgerê Kurd ê ku li Mehsertêya Mêrdînê di sala 1971’an de ji dayik bûbû û zaroktiya wî li Çûkûrovayê derbas bûbû, di temenekî ciwan de dema dikira tevlî nav refên gerîla bibe, dîl ketibû destê dewleta Tirk.

M. Halît Oral nameyek ji Ocalan re nivîsandibûı. Di nameyê de digot, “Bêguman wê çalakiya min nebe sedem ku dewleta Tirk bisekine, lê ew ê baş bibînin ku heke tiştek bi we were, wê gelê me dinyayê li wan bike zindan. Ji ber ku heke îro li vê dinyaê qala me tê kirin, ev bi saya ked û hewldana we ya mezin e.”

Di 18’ê Cotmeha 1998’an de li zindana Bartinê Mûrat Kaya, di 19’ê Cotmeha 1998’an de li zindana Amasyayê Mehmet Gul jî çalakiyên xweşewitandinê kirin. Dema ku Ocalan li Romayê bû ne bi tenê kadroyên PKK’ê, ciwan û kal jî di nav de welatparêzên Kurd çalakiyên xweşewitandinê dikirin.

BANGA ‘XWE NEŞEWITÎNIN’

Dema ku Rêberê Gelê Kurd li Romayê di bin çavdêriyê de bû şoreşgerên PKK’yî yên bi navê Remzî Akkûş (Jêhat) û Ahmet Yildirim (Tayhan) di 17’ê Cotmeha 1998’an de li Moskovayê ya ku paytexta Rûsyayê ye li pêşiya parlementoyê di wê hewaya sar de bi slogana ‘Bijî Serok Apo’ xwe şewitandin. Çalakiyên xweşewitandinê roj bi roj zêde bû û Ocalan mudaxeleyî van çalakiyan kir. Ocalan di 19’ê Mijdarê de ev daxuyanî da, “Girêdana mezin û piştgiriya ku hatiye diyarkirin a ji bo me, bêguman wê heta zelalbûna rewşê bidome. Ji ber ku mesele ne şexsê me ye, pêşeroja me ya azad û qedera neteweya me ye. Em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin, wekî gelekî duçarî terorê maye, em ê li dijî terorê têbikoşin. Di berxwedana xwe de, em ê nekevin nav çalakiyên ku me bitengijîne.

Di rojên dawîn de çalakiyên xweşewitandinê didome, herî dawîn li girtîgehan 8 li Rûsyayê 2, li Elmanyayê 1 û li Romayê jî hevalekî me yê hêja xwe şewitand. Bi wesîleya van çalakiyan, ez dîsa bang dikim, teqez divê çalakiyên xweşewitandinê ên dibin sedema bidawîbûna jiyanê, werin sekinandin.

Ez vê girêdayîbûn û qehremaniyê silav dikim, lê kesên girêdayî me divê ji niha û şûnde, teqez çalakiyên xweşewitandinê neke, ez wekî fermanekê bidawîbûna van çalakiyan dixwazim. Ez di gelek waran de baş bim, biryardariya we coşê dide me û mizgîniya nêzbûna azadiyê dide. Li ser vî esasî bi hêviya ku ev çalakiyên bidawîkirina jiyana xwe biqede, ez we hemûyan silav dikim û hezkirina xwe pêşkêş dikim.”

BENDEWARIYA KONFERANSA NAVNETEWEYÎ YAN JÎ DADGEHÊ

Ligel vê banga Ocalan di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de çalakiyên xweşewitandinê yên wekî ‘Hûn nikari roja me tarî bikin’ wê demeke dirêj bidomiya. Kurd ji bo garantiya ewlehiya can a rêberên xwe û li Îtalyayê were qebûlkirin li qadan bûn. Ji Romayê heta Londrayê, ji Amsterdamê heta Atînayê, ji Berlînê heta Stockholmê, ji Silêmanî heta Tehranê li gelek bajar û paytextan xwepêşandan û grevên birçîbûnê li dar diketin.

AXAFTINÊN LI ROMAYÊ

Rêberê Gelê Kurd dema daketibû Îtalyayê di daxuyaniya pêşîn de gotibû, “Em dixwazin têkevin pêvajoyeke aştiyane û çareserkirina polîtîk a vê meseleyê gelekî lezgîn e.” Ocalan di 12’ê Mijdara 1998’an û piştre ji bo çareserkirina doza Kurdan wê bi bangên dîrokî hin daxuyanî bida. Ew axaftin piştre bi navê ‘Axaftinên Romayê’ bûn pirtûk. Ew axaftin ne bi tenê di MED TV û rojnameya Ozgur Polîtîka de cih digirt, di heman demê de di gelek saziyên medyayê yên dinyayê de jî roportajên dirêj dihat dayin. Her axaftin û roportaka Ocalan diket rojeva Ewropayê.

Rêberê Gelê Krud di rojên dawîn ên 1998’an de roportajek dabû ajansa nûçeyan a Reûtersê. Di roportajê de digot ku, “Ez amade me li welatekî adil û bêalî werim darizandin. Ji Evûstûryayê bigirin heta welatekî Ewropayê. Hinek dibêjin Hollanda, hinek dibêjin Îspanya, ji bo min ev di plana duyemîn de ye.”

Di wan rojan de ji bo lêkolîna sûcên şer ên li Kurdistanê, vekirina deriyê çareseriya doza Kurdan û zelalkirina rewşa Ocalan li paytextên Ewropayê amadekariyên konferans an jî dadgehên navneteweyî dihate kirin. Rêveberiya DYE ji bo ‘eyarekê’ bide komployê dîsa ket dewrê.

SEROKÊ DYE JÎ KET DEWRÊ

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Madeleîne Albrîght di 21’ê Mijdara 1998’an de ji bo ku Rêberê Gelê Kurd li tu welatî neyê qebûlkirin û darizandinê, wekîlê xwe yê bi navê Strobe Talbott şand Romayê. Rêveberiya Romayê ji ber zextên DYE’yê xwest Ocalan bişînin Lîbyayê ya ku yek ji mêtingeha wan a berê bû. DYE jî di wan salan de Lîbyaya ku Qeddafî li ser wî wekî ‘welatekî bêkontrol’ diyar dikirin û berê wan dida Elmanya yan jî Tirkiyeyê. Di 27’ê Sermawezê de Serokwezîrê Elmanyayê yê wê demê Schroder gotibû ‘Em Ocalan naxwazin’ û rêyên li ber Îtalyayê wê kêmtir bibûya.

D’Alema di sala 2003’an de di roportajekê de diyar kiribû ku Qesra Spî ketibû dewrê û gotibû, “Tirkiye li ser hev zext li me dikir, em jî li rêyên çareseriyê digeriyan. Serokê DYE’yê yê wê demê Bîll Clînton ket dewrê. Telefonî min kir. Got, ‘Ocalan terorîst e, wî bişînin Tirkiyeyê’. Min jî jê re diyar kir ku ev ne mumkin e, berê jî ji ber ku cezayê îdamê hebû, me kesekî ku DYE xwestibû jî nedabû wan. Dibêjim qey neket serê wî.”

‘EZ TÊK BIÇIM JÎ HÛN BI SER KETINE’

Rêberê Gelê Kurd didît ku zextên hêzên komploger ên li ser hikumeta D’Alema zêde dibe û bûyerên pêk tên jî wekî dûmahîka 9’ê Cotmehê didît. Ocalan di 25’ê Kanûna 1998’an de ev daxuyanî da: “Di komploya 9’ê Cotmehê de MED TV hate reşkirin. Wê rojê ez hê li asîmanan bûm, di balefirê de bûm, hate reşkirin. Ev reşkirin diyar dike ku ev kar çiqasî plankirî ye. Di 9’ê Cotmehê de biryara lêgerîna li ser min a ji aliyê Înterpolê hatiye dayin. Di rojekê de ev tişt şandine ji hemû dinyayê re, ev jî diyar dike ku paşverûtiya dinyayê li hemberî me çawa dixebite. Ji bo fêmkirina vê rewşê, ev belge bes in.”

Vê rewşa ku Prîmakov ketiye nav, dîsa helwesta Sîmîtîs diyar dike ku ev kar çiqasî ji navendekê tê kirin. Belkî rêzdar D’Alema ji ber demokratbûna xwe xwestiye çend gavan bi paş ve biavêje lê piştre derket holê ku dixwaze were bêdengkirin. Tişta ku tê kirin bi helwesta min re jî têkiliyeke xwe ya girîng heye. Vî tiştî bala gelek rojnameyan kişandiye. Çima rê li ber dengdayineke wisa vekir? Dibêjin tu wekî bombeyeke aştiyê dibarî. Ev bûyer derbarê terora li pişt wê ye.”

Ji aliyê din ve jî ev fuze, bombe tê barandin û wê were barandin jî. Vê gava me ya aştiyê gaveke guncav bû. Bi kêmanî wê girîng be ku em nîşanî Ewropayê bidin. Elmanya dibêje ‘Ez ê piştî sersalê çareser bikim’ Fuze li mirovan dide, çi eleqeya vî tiştî bi sersalê heye? Divê ev tişt bi biryareke serbilind were kirin. Divê mirov evqasî hevsengê xera neke. Heke ez bimînim belkî ji bo aştiyê bibe tevkariyek. Ji ber vê min dixwest li Ewropayê bimînim, hinek dostan jî ev tişt dixwestin.

Ez ê ji bo aştiyê israr bikim. Aştî watedar e. Li ba hemû kesan ev tişt heye ku bi wateya şênber a vî tiştî dizani n û xîreteke hewldanê heye. Li Tirkiyeyê şovenîzm zêde bû, felsefeya yamyamtiyê kete meriyetê. Sedema vî tiştî jî tirsa kesên şerxwaz in. Li Tirkiyeyê bi dereceyeke mezin şovenîzm tê sorkirin. Sedema vî tiştî jî tirsa dojeha di nav Tirkiyeyê de ye. Hinek kes dixwazin di tariyê de karê xwe bikin. Tirkiye çeteyên şer in, çeteyên rantê ne, vî tiştî bi zelalî dike û tu karên wan ên din tuneye ku bikin. Divê Tirkiye baş bi vî tiştî bizanibe. Bi vê wesîleyê ez dixwazim ji gelê Kurd re vî tiştî bibêjim : Heke ez têk biçim jî hûn bi ser ketine. Lê ji bo ku vê serkeftinê hûn realîze bikin, divê hûn piçekî biaqil bin, divê hûn karibin rast bixebitin.”

RÊ LI BER DESTPÊKE NÛ VEDIKIR

Ligel van helwestên Ocalan hêzên global ên ku komplo çêkiribûn, nedixwestin dev ji armanca xwe berdin. Di wan rojan de Ocalan li maleke mustakîl a bi navê ‘Vîlletta Color Ocro’ dijiya (Xaniyê rengkîremît) a li kolana Vîa Del Male ya di navbera Ostîa û Casaltalocco ya ku 20 kîlometreyan dûrî Romayê bû. Kesên diketin malê û derdiketin bi baldarî dihatin kontrolkirin, polîsan bi barîkatan kolan girtibûn, li ser xaniyan jî nîşangir hebû. Ocalan di nava malê de jî êlegê ji pola li xwe dikir. Jixwe Îtalya wextekê navenda Gladîo bû.

Ji ber tengijîna hikumeta D’Alema ya ku welatên Ewropayê ew bi tenê hiştibû û ev zextên psîkolojîk di rojên pêşîn a sala nû de destpêkeke nû li ser Ocalan ferz dikir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştre wê bi van gotinan qala helwesta hikumeta Romayê bikira, “Helwesta Serokwezîrê wê demê Massîmo D’Alema rast bû lê têr nedikir. Garantiya siyasî tam nedabû. Rewşa me sewqî saziyên darizandinê kir. Ji ber vî tiştî ez gelekî hêrs bûm. Biryara min ev bû ku di firsenda pêşîn de ez ji Îtalyayê derkevim. D’Alema di daxuyaniya dawîn de diyar kiribû ku ez çi bixwazim dikarim ewqasî li Îtalyayê bimînim lê ev ji bo min wekî helwesteke bi darê zoê dihat.”

Ji bo tercîhkirina welatekî din him hewldana dîplomasiya Kurdan him jî ya Îtalyayê yeko yeko bê encam dima. Fransa, Fînlandiya, Evûstûrya, Yewnanistan, Çekya, Efrîkaya Başûr û Norwecê yeko yeko diyar dikirin ku ew Ocalan naxwazin. Rayedarên Fînlandiyayê gotibû “Heke Elmanya û Fransa qebûl bikin, Ocalan dikare were welatê me” piştî ku Rêberê Gelê Kurd name ji Nelson Mandela û Desmond Tûtû nivîsandibû, Efrîkaya Başûr deriyê xwe vekirî hiştibû lê Serokwezîrê Îngîltereyê Tony Blaîr di wan rojan de beriya serdaneke xwe ji bo hêzên global hêrs neke, serdan betal kiribû.

Ocalan ê ku dît deriyên sînor û qadên hewayî yeko yeko lê tên girtin û bersiva serlêdana wî ya îltîcayê nayê dayîn, di 7’ê Kanûna 1998’an de di rojnameya Ozgur Polîtîkayê de di roportajekê de ji bo vê rewşê ev tişt gotibû, “Têkoşîna min a mafên mirovan a neteweyî û demokratîk tê zanîn. Mafê îltîcayê didin Kurdên tên Ewropayê, dema ku mesele dibim ez, fikarên polîtîk derdikeve pêş. Yê ku pêşiya van geşedanan vedike û dibe sedem ku Kurd statuyeke polîtîk bistîne ez im. Di vir de paradokseke balkêş derdikeve holê. Serokên din ê Kurdan pasaportê wan hene lê ya min tune. Ji ber ku ez têk neçûme, têkneçûma min sûc tê hesibandin. Hêvîdar im hiqûq vî tiştî bibîne û piştî demeke kurt di nav şertan de biryara xwe bide. Boçûna bila serî biçe, em gewde li hev par ve bikin, boçûneke barbar e. Wê Îtalya nekeve nav înfazkirina bê darizandin, divê nekeve nav vî tiştî.”

Sibê: Balafira Gladîo