Roja yekem a gotûbêjên Komxebata Yekîtiya Netewî temam bûn

Komxebata Yektîya Netewî ya Başûrê Kurdistanê ku KNK’ê lidar xist, bi gotûbêj û pêşniyarên nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên serbixwe ve dewam dike.

Komxebata Yektîya Netewî ya Başûrê Kurdistanê ku KNK’ê lidar xist, bi gotûbêj û pêşniyarên nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên serbixwe ve dewam dike. Di kongreya têde li ser êrîşên dagirkirina ser Efrînê hate nirxandin de, li ser Metna Rêgezên Yekîtiya Netewî gotûbêj dewam dikin. Nirxandinên hinek ji axaftvanên ku di komxebatê de axivîn wiha ne:

*Hevserokê Nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan :Dewleta Tirk di salvegera damezrandina Komara Kurdistan ya Mahabadê de bi 72 balafiran êrîşê Efrînê kir. Em pêşniyar dikin ku li vir komîteyeke di şêwrê de were derxistin ji bo xebatên dîplomatîk ji bo Efrînê bidin meşandin û her wiha çalakiyên piştgirî û nerazîbûnê werin lidar xistin. Her wiha pêwîste komîteyek di şêwrê de were derxistin ku biryarên li vir derdikevin bişopînin û ji bo pêkanîna wê bixebitin.”

*Nûnerê Nifşê Nû Rabûn Merûf : Divê em siyaseteke nû û sîstemeke perwerdeyî ya nû ya li ser bingehê hemwelatîbûnê pêşbixin. Da ku ev sîstemek wisa ava bibe ku di her aliyekî de xwe û Kurdistanê biparêze. Êdî siyaseta texlîdî û kevin binketiye.”

*Nûnera Zerdeştiyan Awat Husamedîn jî bi navê bawerî û pêkhateya Zerdeştiyên Başûrê Kurdistanê ser bi Wezareta Ewqaf (Baweriyan) jî peyama Zerdeştiyan xwend û di têde hate gotin: Divê peyam ne hizbîbin netewî bin. Niha Tirkiye hemû qadên Başûrê Kurdistanê dagirkiriye. Ew çanda me biçûkdixin lê, em radibin rêzefilmên wan li Başûrê Kurdistanê dûblajê Kurdî dikin.  Çanda me ya Kurdewarî li ber têkçûneyê. Tiştekî ayîdê me li vir nîne, em her tiştê xwe ji welateke din digirin. Divê em li ser berjewendiyên netewî nîqaş bikin û di vir de zelaliyek çêbikin.

*Bi navê kongreya Îslama Demokratîk jî Mela Nadir : Divê em girîngî bidin şûnewarên xwe yên dîrokî û wana biparêzin. Niha li Kurdistanê navê gelek cihan tên guhertin û bi vî awayî dîroka Kurdan tê winda kirin. Her wiha ji bo dewlemendiya fikir divê nûnerên hemû baweriyên Kurdistanê jî di vir de amade bin. Ji ber êrîşa dagirkeriyê ya ser Efrînê jî em dua ji bo Efrînê dikin.

*Bizûtnawey Îslamî ya Kurdistanê jî ragihand ku her çi gavek di berjewendiyê gelê Kurd de were avêtin ew amadene ku di her aliyek de beşdar bibin û ji bo wê bixebitin. 

*Nûnerê Partiya Komunîst a Kurdistanê Ebû Tahîr jî pêşniyara lidar xistina konferanseke netewî ya zanistî kir ku maf û hiqûqa gelê Kurd û çareseriya pirsgirêkên wan di çarçoveya qanûnî de guftûgo bike û got: “Armanca Yekîtiya Netewî jî azadiya çar parçeyên Kurdistanê ye.

*Bi navê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî Ebûbekir Karwanî axivî û got: “Yekgirtû bi coşe her pêngavek ji bo hevdu temamkirin û hevkariya neteweyî li navbera parçe, hêz û alî, pêkhateyên Kurdistanê de. Pêwîste hemû parçe di nava xwede lihev bikin û paşê jî di asta netewî ya giştî de aşitiyek pêk were.”

*Meclîsa Gel a Xurmatû jî peyama gelê Xurmatû xwend û bûyerên 16’ê Cotmehê yên li herêmên nakokî li ser hene pêk hatin weke xiyaneta hizbî bi nav kir û got: “Di encama xiyaneta hizbî de gelê Xurmatûyê koçber bû u malê wan wêran bû. Di encam vê xiyanetê de felaketek hat ser Xurmatûyê. Ji lewma em pêşniyar dikin ku KNK komîteyek ji bo çareserkirina pirsgirêken Kerkûk û giştî herêmên nakokî li ser hene derxe û projeya çareseriyê ya ji bo van herêmên nakokî li ser hene were derxistin."