KCK: Yekîtiya neteweyî a li ser bingeha rêgez û nirxên demokratîk

Konseya Rêvebir a KCK’ê peyamek ji komxebata yekîtiya neteweyî ya li Silêmaniyê re şand û têkildarî yekîtiya neteweyî hin pêşniyaz kir.

Konseya Rêvebir a KCK’ê peyamek ji komxebata yekîtiya neteweyî ya li Silêmaniyê re şand û têkildarî yekîtiya neteweyî hin pêşniyaz kir.

Peyama KCK’ê wisa ye:

“Netewebûn û yekîtiya neteweyî pêvajoyeke yekpar e û ne mumkun e ji hev bên veqetandin. Ger ku di civakekê de yekîtiya netewî nebe an jî lawaz be, ev tê wateya ku di netewebûna wê civakê de jî pirsgirêken ciddî heye. Netewebûn wekî ku pir tê hesibandin ne tenê parvekirina ziman, çand û dîrokek hevpar e. Her çiqasî ev xal hîmên bingehîn ên netewebûnê bin jî, netewebûn di rastiyê de yekîtiya zihniyet û hişmendiyê ye. Sedema esasî ya ku heta niha nehiştiye Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin jî, kembûna zihnîyet û hişmendiya hevbeş e. Avabûna zîhniyeta hevbeş tê wateya, hemû pêkhateyên siyasî, civakî, çandî, olî-mezhebî û ferdên ku neteweyê pêk tînin; li ser hin rêgez û nirxên bingehîn li hev bikin. Rêgez û nirxên ku li ser hatine lihevkirin, wekî destûra bingehîn a neteweyan e. Heta rêgez û nirxên hevpar neyên avakirin û parvekirin, ne mumkun e ku netewebûn û yekîtiya neteweyî ava bibe.

Di vê wateyê de nîqaşên me yên li ser rêgez û nirxên bingehîn ku, em ê li ser wan yekîtiya netewî ava bikin, gelekî girîng e. Ev tê wateya ku, di pirsgirêka yekîtiya netewî de me xeleka bingehîn bi dest xistiye. Ev nîqaş tenê bi partiyên siyasî re sînordar nehatiye hiştin; hemû pêkhate û kesayetên ku netewê pêk tînin jî bûne parçeyek van nîqaşan. Ev jî nîşan dide ku me rêbaza rast jî bi dest xistiye. Di vê rewşê de pirsgirêka esasî û mijara me ya nîqaşê ew e ku; yekîtiya netewî wê li ser rêgez û nirxên demokratik ava be, an jî li ser nêzîkahiyên nijadperestiyê. Bêguman ev mijar we bi tenê qedera Kurdan na, qedera hemû gelên Rojhilata Navîn jî diyar bike. Ger ku netewbûn û yekîtiya netewî ya Kurdan li ser hîmê nijadperestî û netew-dewletê pêk be, ew ê Kurdan hem tengav bike, hem jî bixe nava şerekî bêdawî yê bi netew-dewletên ku niha hene re. Lê eger netewbûn û yekîtiya netewî ya Kurdan, li ser hîmê zîhniyeta Netewa Demokratîk pêk were, wê  hem pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, hem jî Rojhilata Navîn demokratîk bibe. Sosyolojîya civakan, bi taybet jî civaka Kurd, di avabûna jîyaneke hevbeş û azad de, netewbûn û yekîtîyek demokratîk li ser me ferz dike. ji bilî rêgez û nirxên demokratîk ne mumkun e ku ti bîrdoziyek, hemû civaka Kurd a pirrengî bigire nava xwe û hembêz bike. Di çarçoveya van tespîtên bingehîn de, Tevgera me derbarê rêgez û nirxên bingehîn de, ramanên me xal bi xal ji bo we beşdarên birêz û gelê me pêşkêş dike. Bêguman ramanên me wekî pêşniyar in û ji nîqaşan re vekirî ne.

RÊGEZ Û NIRX

1.Rêgeza Neteweya Kurd a Demokratîk: Neteweya Kurd ji; Kurmanc, Soran, Bahdînî, Lor, Kelhor, Lek, Hewreman, Kurdên Xoresanî, Zaza, Feylî, Şebek; Kurdên Misliman ên Sunnî û Şîî, Kurdên Êlewi, Kakayî, Yarsan, Bahaî, Êzdî û Zerdeştî; Kurdên Ewrupa, Rûsya- Kafkasya, heremên Rojhilata Navîn û ji Kurdên  li gelek cihên din yên cihanê dijîn pêk tê.

2.Rêgeza Niştîmana Hevgirtî, Azad û Demokratik: Kurditana ku, di sala 1639’an de bi peymana Qesra Şîrîn di navbera Împaratoriyên Safevî û Osmanîyan de; û di salên 1916 û 1923’an de jî, bi peymana Sykes- Pîcot û Lozanê jî di navbera Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrîye’ê de bû çar parçe, welatê Kurdan ên dîrokî ye. Heman wextê de Kurdistan, welatê hevpar yen gelan e yên ku bi sedan salan di vê erdnîgariyê de bi Kurdan re çarenûseke hevbeş jiyane.  

3.Rêgeza Yekbûna Niştîman û Netewa Kurd: Pewîst e wekî prensîp ti kesayetek, tevgereke siyasî û komeke civakî ya Kurd, ev parçebûyîna li ser welat û netewa Kurdan tê ferzkirin rewa nebîne; Divê ti kesayet û alîyên siyasî yên Kurd, van sînorên hiqûqî, erdnîgarî û siyasî,  yên ku ji aliyê dagirkeriyê ve hatine danîn, li pêşîya ti kesayetên, tevgerên siyasî û komên civakî yên Kurd wekî asteng daneynin. Divê tu caran, mafên hiqûqî û siyasî yên dewletên dagirker, ji mafên Kurdan ên netewî û niştîmanî balatir neyên girtin.

4.Rêgeza Siyaseta Netewî: Weke rêgez hemû pêkhateyên civakî, çandî, cografî, îdarî, dînî-mezhebî û siyasî yên neteweya Kurd, li ser belgeyeke siyaseta netewî li hev bikin û sîyasetên  xwe li ser vê bingehê bimeşînin. Divê Belgeya Siyaseta Netewî belgeyeke stratejîk û demdirêj be û ji aliyê saziyeke mîna Kongreya Neteweyî bê amadekirin û erêkirin.  

5.Rêgeza Siyaseta Demokratîk: Divê têkiliyên di navbera Kurdan de li ser esasê rêgez, rêbaz û sazîyên demokratik pêş bikeve û hemû pirsgirêk bi rêbazên siyasî çareser be. Divê hemû pêkhateyên civakî, çandî û dînî- mezhebî bikaribin xwe bi awayekî azad têkelî siyaseta demokratîk bikin. Divê hemû alî bikaribin xwe li ser esasê rêveberiya cewherî û demokrasiyên xwecîhî bi rê bixin û bi rê ve bibin. Di asta xwecihê de rêxistin û xwerêvebirin çi qas pêwistîyeke siyesata demokratîk e, rexistin û rêvebirina di asta neteweyî da jî ew qas pewîstîyeke sîyaseta demokratîk e. Divê li ser vî bingehî, xwerêxistinkirina hemû hêzên siyasî û civakî yên Kurdan, li hemû parçeyên Kurdistanê û cihên ku Kurd lê dijîn, mîna mafekî demokratîk û meşrû bêye dîtin. Divê rexne weke parçeyekî siyaseta demokratîk bê dîtin. Reşkirin û heqaret were mahkûmkirin.

6.Rêgeza Rêxistinkirina Dîplomasiya Neteweyî: Divê Kurd weke rêgez di têkiliyên bi hêzên navneteweyî û dewletên dagirker re, di asta neteweyî de muxatabiyetekê ava bikin. Di vê wateyê de, têkilî û saziyên  xwe yên  dîplomatîk hevbeş bikin û dîplomasîya neteweyî li ser belgeya Siyaseta Netewî de pêş bixin.

7.Rêgeza Çareseriya Pirsgirêka Kurd a Bi Rêya Siyasî- Demokratîk û Parastina Rewa: Divê Kurd, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de, bi rêyên demokratîk û siyasî weke rêbaza herî bingehîn bibînin û tercih bikin. Lê dema ku muxatabên wan bêçaretiyê mîna siyasetê li wan ferz bikin, an ji bi şer û zorê bersiv bidin daxwazên Kurdan ên herî bingehîn û demokratîk, divê wê gavê hemû Kurd şerên çekdarî jî di nav de, bi hemû rêbazan azadiya xwe biparêzin. Ev heq çavkanîya xwe ji hiqûqa xwezayî û navnetewî digire. Divê hemû hêzên parastina cewherî yên Kurdan, di rêxistineke hevbeş ya parastinê de bibin yek û fermandariyeke hevbeş vê hêzê saz bike û bi rê ve bibe.

8.Rêgeza Mafê Diyarkirina Çarenûsa Xwe, Yên Netewan: Bikaranîna mafê diyarkirina çarenûsa xwe, mafekî herî bingehîn yê neteweya Kurd e. Ev maf, çavkanîya xwe ji hiqûqa xwezayî û navneteweyî digire. Çawaniya bikaranîna vî mafî, heta dawiyê bi teqdîr û îradeya gelê Kurd ve girêdayî ye. Bi hinceta Kurd di navbera çar dewletên dagirker de parçe bûne, ti kes nikare bikaranîna vî mafî, bi îradeya neteweyên serdest ve girêbide. Neteweyên serdest û cîran di vê mijarê de tenê dikarin pêşniyarên xwe ji Kurdan re bikin. Li gel vê, parçeyekî ji parçeyên Kurdistanê jî, pewîst e vî mafê beyê kû boçûn û îradeya parçeyên din beşdar bike, bikar neyîne. Evê bê wateya înkara netewê. Ji ber vê jî, dema ku gelê me yên li her parçeyekî bixwazin vî mafê xwe bi kar bînin, divê serî li boçûn û îradeya parçeyên din bidin. Ev tişt hem pêwistîyek polîtîk e, hem jî  şertekî netewebûnê ye.

9.Rêgeza Beşdarbûyîna Wekhev a Jinan Ji Bo Hemû Qadên Jiyanê: Tevlîbûna jinê ya wekhev, ji bo hemû qadên jiyanê, divê mîna rêgezekê bê pejirandin. Bê guman tevlîbûna jinê ya wekhev ji bo hemû qadên jîyanê, wê asta demokratîkbûyîn, wekhevî, edalet, aşitî û azadiyê diyar bike.   

10.Rêgeza Qedexekirina Şerên Navxweyî: Divê şerên navxweyî bi ti hincetê neyê qebûlkirin û weke rêgez were qedexekirin. Şerên Kurdan ên navxweyî divê mîna îxaneta neteweyî bêye destgirtin û mekanîzmayên ku bikaribe berpirsyarên van kiryaran bidarizîne, bêne sazkirin. 

11.Rêgeza Piştgirîya Têkoşîn, Maf û Daxwazên Kurdên Derveyî Welat: Têkoşîna maf û azadiyan yên Kurdên ku li derveyî welêt dijîn, parçeyek ji têkoşîna netewî û demokratîk ya gelê Kurdistanê ye. Divê di bin hemû şert û mercan de piştgirîya vê têkoşînê weke berpirsyarî û rêgezî bêye dîtin.

12. Rêgeza Jiyana Hevbeş a Bi Gelên Bira, Yên Li Kurdistanê Dijîn: Wek rêgez divê, welatê Kurdistan mîna welatê hemû van gelan bêye dîtin. Bi qasî Kurdan divê gelên din jî xwediyê mafên takekesî û kolektîf bin. Jiyana welêt a çandî, siyasî, aborî û hemû jiyana civakî divê bi van gelan re bêye avakirin.”

EM JI YEKÎTIYA NETEWEYÎ RE AMADE NE

“Hevalên Hêja!

Rêgez, çi qas sîwana netewbûyîn û yekîtîya neteweyî be, nirx jî stûnên bingehîn yên yekîtîya neteweyî ye. Bêguman ziman, çand, kevneşopî, bawerî, helbest û stran, tene çend ji nirxê me yên dewlemend in ku, me netewbûyîna xwe li ser ava kiriye. Lê di pêvajoya têkoşîna azadîyê de, gelê me hin nirxen din yê mezin jî ava kiriye ku, divê em wekî netew lê xwedî derbikevin. Serok APO nirxekî herî gİrîng ya têkoşîna sedsala dawîyê ya gele me ye. Serok Apo bi têkoşîna xwe, di netewbÛyîna Kurd dE rolekî mezin list, gelÊ me jî bi têkoşîna xwe Serok Apo ava kir. Ji bo we jî Serok Apo û gelê me, wekî goşt û neynûk in û ji hev nayê cudakirin. Lewma divê hemû gelê me li felsefe û jîyana Serok Apo xwedî derkevin. Li gel vî pêwîst e, berxwedan û raperîna gelê me ku li her cihekî dike, wekî nirxên netewî bê dîtin û xwedî derketin. Pêwîs te, hemû şehîdên Kurdistanê jî bê cudabun wekî nirxên neteweyî bê dîtin. Hemû al û sembolên pêkhateyên netewa me temsil dikin jî, pewîst e wekî nirx bê dîtin û hîç sembolek ne were redkirin, ne jî were ferzkirin.

Em li ser van bîr û boçûnan, hêvî û daxwazan careke din amadebûyîna xwe ji bo yekîtîya neteweyî radigihînin, dubare we hemûyan bi rêzdarî silav dikin.”