‘Pêdiviya Kurdan bi siyaseteke hevpar heye’

Komxebata yekîtiya neteweyî didome ya ku KNK li Silêmaniyê li dar xistiye. Di rojeva hemû partiyan de ‘stratejiya hevpar a siyasetê’ heye.

Komxebata yekîtiya neteweyî didome ya ku KNK li Silêmaniyê li dar xistiye. Komxebat bi nêrîn û pêşniyazên partiyan re didome. Nûnerên partiyên siyasî têkildarî yekîtiya neteweyî fikr û nêrînên xwe derdibirin.

FERASETEKE NÛ YA SIYASETÊ:

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir: Divê em li vir siyaseta ne demokratîk a li Başûrê Kurdistanê ku bûye sedema ji dest ana destkeftiyan, pirsgirêka Kerkûk û pêwendiyên li gel Hikûmeta Navendî ya Iraqê nîaş bikin. Pêwîstiya me bi mûxalefeteke rasteqîn heye. Eger em niha rexne li hinek partiyan dikin ji ber nebûna demokrasiyê ye. Em weke Tevgera Azadî pêwîstî dibînin ku pirsgirêka Kerkûk, pirsgirêkên bi Hikûmeta Federal a Iraq û meşandina siyaseteke demokratîk li Başûrê Kurdistanê wê çawa pêk were li vir were destgirtin û pêşniyarên berbiçav derkeve holê. Lê, ya herî girîng jî li Başûr pêwîstiya me bi mûxalefeteke hevpar a rasteqîne heye.

DIVÊ EM VAN PÊŞNIYAZAN TÊXIN MERIYETÊ

Hizba Demokrata Kurdistana-Îran (HDK-Î) Tahîr Ezîzî: Gelek prensîp û pêşniyarên baş hatin pêşkêşkirin lê, ya girîng pêkanîna wê ye. Her wiha divê divê pêwendiyên partî yan jî parçeyeke Kurdistanê yên li gel Îran û Tirkiyê ne bes e sedem ku zirerê bide parçeyekî din yê Kurdistanê.”

‘ÊRÎŞ LI SER HEMÛ KURDISTANÊ YE’

Bekîr Sedîq Nûnerê Berhem Salih yê Hevpeymana Demokrasî û Dadperweriyê: Divê em li vir ew biryara ne berpirsyarane ya referandûmê, radestkirina Kerkûk nîqaş bikin. Eger bixwazî dewletek ava bikî, divê destûreke te hebe. Lê, hê jî ji ber desthilat-hizbayetiyê tişteke wisa li Başûr çênebûye. Her wiha em pêşniyar dikin jî prensîbeke din li reşnivîsa prensîbên yekîtiya netewî were zêde kirin ew jî ev be ku her êrîşek li ser parçeyeke Kurdistanê çêbibe, weke li dijî hemû Kurdistanê pêk hatiye were dest girtin û li gorî wê jî were tevger kirin.”

DIVÊ ÇAPEMENIYEKE ME YA NETEWEYÎ HEBE

Rêveberê Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê Şaxewan Xalid: Her dema ku em yekgirtî bin em ê serkeftî bin, kengê em parçeyî bin em bin dikevin. Divê em destkeftiyên xwe bi xwe biparêzin. Pêwîst e şerê Birakujî di prensîban de were destnîşankirin û heram kirin. Divê ragihandina me ya netewî hebe. Em pêwîst dibînin ku di NY de weke netewa Kurd nûnerên me jî hebe.

DIVÊ HELWESTEKE ME YA NETEWEYÎ HEBE

Endamê Mekteba siyasî ya Zehmetkêşana Kurdistanê Bêkes Qadir: Divê ev Komxebata Netewî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê şermezar bike, berxwedana Efrînê silav bike û bang li Civaka Navnetewî were kirin ku bikeve tevgerê. Başûrê Kurdistanê ji hemû parçeyên din zêdetir pêwîstiya xwe bi yekîtiya Netewî ya Kurd heye. Ev şêwr dikare were firehtir kirin. Li Başûrê Kurdistanê qeyrana siyasî û aborî heye. Divê şêwra netewî pêşniyarên xwe ji bo çareseriya van pirsgirêkan pêşkêş bike.

DIVÊ EM DESTÛRÊ NEDIN HÊZÊN BIYANÎ

Endamê Komîteya Navendî Hizbî Komînîstî Kurdistanî Îran Hesen Rehman Pena:“Mîna pirsgirêka Kerkûkê Kirmaşan û Urmiye ya Rojhilatê Kurdistan jî heye. Divê em bi fikreke hevpar û têgiştineke wekhev a demokratîk li netewe û baweriyên Kurdistanê temaşe bikin û li gorî wê siyasetekî diyar bikin. Divê dagirkeriya hêzên derve li ser Kurdistanê were qedexe kirin û pêwîst e em piştgiriyê bidin têkoşîna li Efrîn û Rojhilatê Kurdistanê.”

DIVÊ NAVENEKE DÎPLOMASIYÊ YA NETEWEYÎ HEBE

Berdevkê Goran Şoreş Hacî jî peyama Goran: Divê navenda Dîplomasiya Kurdistanê were avakirin û ev weke biryarek ji vir derkeve. Her wiha televîzyoneke KNK’ê jî pêwîstiyeke ji bo avakirina yekîtiya netewî ya demokratîk a Kurd.”

PÊDIVIYA ME BI RÊYEKE SÊYEMÎN HEYE

Berpirsê Navenda YNK’ê li Silêmanî Letîf Şêx Omer: Du zêhniyet li vir heye. Yek dixwaze bi navê netewe hemû pirsgirêkan bide aliyekî û ji nedîtî ve were. Ya din jî dixwazin di bin navê pirsgirêkan de pirsgirêka netewî paşçav bike. Rêya sêyem pêwîst e. Ev jî bi rêya demokrasî danîna hîmê neteweyî ye.”

ME HER DEM LI BER XWE DA

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn: Kurdistan her timî bûye armanca êrîşên hêzên dagirker. Ji lewma me nekariye sîstema xwe û jiyan xwe bi awayeke aram rêxistin bikin, her timî di rewşeke berxwedanê de bûne. Ji ber Kurd yek nebûne hêzên dagirker her timî ji vê parçebûnê sûd wergirtine. Kurd nekarîne heya niha hêza xwe bikin yek û dawî li dagirkeriyan bîne.