Rêya Tendûrekê bi mekîneyên kar ê mezin ve li çûn û hatinê tê girin

Artêşa Tirk a li Çiyayê Tendûrekê derbên giran xwar û têk çû, niha jî rêya Tendûrekê bi karanîna mekîneyên kar ên mezin li tirafîkê digire.

Dewlata Tirk , rêya Tendûrekê bi mekîneyên kar ên mezin li tirafîkê girtin. Ev nêzî 2 hefteyane ku artêş Tirk li herêma Çiyayê Tendûrek ê Agiriyê operasyonê birêve dibe. Artêşa Tirk a di operasyonan de li ser hev derbên giran ji gerîlayan dixwin, niha jî rêya Tendûrekê bi karanîna mekîneyên kar ên mezin li tirafîkê girtin.

Artêşa Tirk bi rojane li herêma Çiyayê Tendûrek ê dikeve herêma navbera Ebex a Wanê û Agiriyê de operasyonekî leşkerî birêve dibe. Artêşa Tirk a di şerê operasyonê de qewimî gelek derbên giran ji gerîlayan xwarin û têk çûn, şer dike hincet û rê bi karanîna mekîneyên kar ên mezin li çûn û hatinê digirin.

Ji ber rewşa heyî welatiyên gundên derdor nikarin biçin malên xwe, gel di aliyê erzaq û pêdiviyên din ên jiyanê de zoriyan dikişîne.

Dorpêça li ser gel, ambargoya salên 1990’an a li ser gundan hatin kirin tîne bîra mirovan.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kiribû ku di şerê li Çiyayê Tendûrekê de qewimî, bi dehan leşkerên artêşa Tirk hatinbûn kuştin.