Rêya rant û mirinê ya AKP'ê: Rêya bejahî ya Wan-Colemêrgê

Rêya bejahî ya Wan-Colemêrgê ku ji aliyê AKP'ê ve veguheriye rantê, bûye mîna rêya mirinê.

AKP ku li Kurdistanê rêya ji bo qereqol û kalekolên li her gir û çiyê di demeke kurt de diqedîne, rêya bejahî ya navbera Wan û Colemêrgê bi zanebûn naqedîne û rêya bejahî kiriye mîna rêya mirin û rantê. Rêya bejahî ya Wan-Colemêrgê ku li Geliyê Wanê ye û gelek zinar lê hene, yekane rêya bajêr e. Ev rêya ku dema baran dibare erd dişemite, teht werdigere, dem bi dem li çûn û hatinê tê girtin. Li vê rêya bejahî ku dibe sedema pirsgirêkên mezin, ji ber qeza, hezaz û lehiyê, her roj mirov birîndar dibin û dimirin. Heta niha bi sedan kes birîndar bûn û gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê ku li Tirkiyeyê bi çêkirina rê û tunelan pesnê xwe dide, nêzî sed sal in rêya bejahî ya Colemêrg-Wanê neqedandiye. Li ser rêya bejahî ku bi zanebûn nayê qedandin, ji ber ku bendên li kêleka rê nîne, her wiha karê çêkirina rê bi salan e dewam dike, cihê nerazîbûnan e. AKP ku hemû xizmetên îdîa dike ku li Kurdistanê pêk tîne, vediguherîne rantê, rêya Wan-Colemêrgê jî veguherandiye rantê. Rêya ji 200 kîlometreyî ku diviyabû di nava salekê de bihata qedandin, bi salan e nayê qedandin.

TUNEL JÎ VEGUHERANDIN RANTÊ

Desthilatdariya AKP'ê ku rêya ji 200 kîlometreyî bi salan e naqedîne, çêkirina tunelên li ser rê jî veguherandiye rantê ku li gel beqetandina bi milyonan TL jî naqedîne. Çêkirina tunelên li ser rêyên bejahî yên Wan-Colemêrg û Geverê bi salan e dewam dike. Neqedandina van tunelan dibe sedema birîndarbûn û mirina mirovan.

Karê çêkirina tunela Hoşapê ku li kîlometreya 80'emîn a rêya bejahî ya Wan-Colemêrgê ye û bi taybetî mehên zivistanê dibe sedema qezayê, di sala 2013'an de destpê kir. Di nava 11 salên derbasbûyî de 8 Wezîrên Ragihandinê, 3 muhteahhît hatin guhertin. Ji ber ku tunel veguheriye rantê, mehên zivistanê bi barîna berfê re dixitime. Ji ber vê yekê jî têkiliya Colemêrg, Gever, Şemzînan, Çelê, Elbak û Wanê carna bi rojan tê birîn. Her wiha her sal bi sedan qeza rû didin.

Tuneleke din a ku veguheriye rantê, Tunela Yenî Kopru ya li sêgoşeya Wan, Colemêrg û Geverê ye û di sala 2019'an de karê çêkirina wê destpê kir. 5 sal in hîn jî ev kar dewam dike û nediyar e ku kengî biqede.

HIN QEZAYÊN TRAFÎKÊ YÊN LI SER RÊYA BEJAHÎ IYA WAN-COLEMÊRGÊ

13'ê Kanûna 2023'an di qezaya trafîkê de 3 kes birîndar bûn.

20'ê Mijdara 2023'an di qezaya trafîkê de 2 kes birîndar bûn.

12'ê Cotmeha 2023'an di du qezayên trafîkê de 12 kes birîndar bûn.

2'ê Cotmehê di qezaya trafîkê de 2 kes birîndar bûn.

28'ê Îlona 2023'an di qezaya trafîkê de 3 kes bi giranî birîndar bûn.

19'ê Îlona 2023'an di qezayeke din a trafîkê de 16 kes birîndar bûn.

12'ê Îlona 2023'an di qezayeke din a trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 11 kes jî bi giranî birîndar bûn.

15'ê Tîrmeha 2023'an di qezaya trafîkê de 5 kes birîndar bûn.

12'ê Nîsana 2023'an di qezaya trafîkê de 3 kes mirin, 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.

4'ê Gulana 2021'ê di qezaya trafîkê de 4 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.

6'ê Nîsana 2021'ê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

29'ê Çileya 2018'an di qezaya trafîkê de 8 kes mirin.