Rêxistinên karsaz ên Amedê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya qeyûman da
20 rêxistinên karsaz ên Amedê, nerazîbûn nîşanî desteserkirina 3 şaredariyan a ji aliyê AKP’ê ve da û got: “Ne li gorî rêzik û pîvanên demokrasî û demokratîkbûnê ye.”
20 rêxistinên karsaz ên Amedê, nerazîbûn nîşanî desteserkirina 3 şaredariyan a ji aliyê AKP’ê ve da û got: “Ne li gorî rêzik û pîvanên demokrasî û demokratîkbûnê ye.”
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amed (DTSO), Baroya Bazirganî ya Amed (DTB), Komeleyên Hemû Pîşesazî yên Mirovên Karsaz )TUMSÎAD) jî di nav de 20 rêxistinên karsaz bi daxuyaniyek hevpar bi qeyûman desteserkirina 3 şaredariyên HDP’î şermezar kirin.
Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku bi qeyûman desteserkirina 3 şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê “Ne li gorî rêzik û pîvanên demokrasî û demokratîkbûnê ye.”