Rêxistinên civakî yên sivîl ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê cezayê îdamê şermezar kirin

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê cezayê îdamê şermezar kriin ku li Pexşan Ezîzî hatiye birîn.

26 rêxistinên mafên mirovan banga betalkirina cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî li desthilatdariya Îranê kirin û dan zanîn ku cezayê darvekirinê binpêkirinek eşkere ya mafên mirovane.

Li gor agahiyên ku çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê dane, 26 rêxistinên mafên mirovan bi daxuyaniyek hevbeş banga betalkirina cezayê darvekirina çalakvan Pexşan Ezîzî li rejîma Îranê kirine.

Her wiha di daxuyaniya hevbeş de bang li saziyên navdewletî, rêxistinên mafên mirov û civaka navdewletî tê kirin ku demildest li dijî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn, nerazîbûn nîşandin û pêngavên pêwîst bavêjin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha Tebaxê ya 2023’yan de çalakvan Pexşan Ezîzî ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin. Piştre jî ji aliyê dadgeha Tehranê ve bi sedema tevlî şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ bûye, cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.