Rewşa Yagiz giran dibe

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz di roja 126’an de didome. Her diçe tenduristiya Yagiz giran dibe. Yagiz anî ziman pirsgirêkên tendurisyê giran dibe û hestiyên laşê wî diêşin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 126’an de dewam e, her roja diçe tenduristiya wî giran dibe.

Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger a li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê di roja 126’an de bi koma 63’an dewam dike.

Yagiz li ser rewaş tenduristiya xwe û çalakiyên grevê agahî da ANF’ê û got: “Pirsgirêkên tenduristiyê yên berê roj bi roj giran dibe. Rojên dawî bêhalî û taqetî pir zêde bûye. Dîsa hestiyê laşê min bi taybet ên lingên min pir diêşin.”

Yagiz anî ziman êşa berê ya çavê wî girantir bûye û rojê tenê dikare 3 saetan rakeve.

Nasir Yagiz bal kişand ser asta çalakiyên heyî jî û got: “Gelê Kurd ê ku bi berxwedanê hebûna xwe didomîne, hevrêyên me bi çalakiyên xwe yên fedaî bi ayetên heqîqetê rûpelên dîrokê dadigirin. Em deyndarê wan in. Vî agirê berxwedanê divê were geşkirin û ev serhildanake vînê ye.

Yagiz 26'ê Sibatê di roja 98'an de ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn Nexweşxaneya Par, piştî kontrolên doktoran Yagiz tedawî red kiribû û berxwedana xwe dewam kiribû.

Her wiha berê jî 1'ê Çileya 2019'an de jî Yagiz di roja 73'an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.

PIŞTGIRÎ DIDOMIN

Bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyê, heyetek ji Civata Giştî ya Îslamiya Kurdistan serdan Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê kirin. Di serdanê de heyetê piştgiriya xwe ya ji bo greva birçîbûnê anî ziman.

Di serdanê de li ser navê heyetê Serokê Civata Giştî ya Îslamiya Kurdistan Hafiz Ehmed axivî. Ehmed got; "Ev 40 sal in Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd xebat û têkoşîna xwe berdewam dike. Niha Ocalan di nava tecrîdekî girankirî de tê ragirtin. Ev yek jî li dijî hemû pîvanên yasayî û pîvanên mirovahiyê ye."

MEXMÛR

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 100’an de didome. Çalakî bi koma 34’an didome.

Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok jî di roja 66’an de bi biryardarî dewam dike.

SILÊMANÎ

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan di roja 103'an bi koma 52'emîn didome.

Koma 52'emîn ji çar kesên her yek ji parçeyeke Kurdistanê pêk tê ve hatiye dewirgirtin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Herêm Mehmud di roja 31’an de dewam dike. Her wiha çalakiya Şeyma Ednan a ji bo mehekê dest bi grevê kiribû jî di roja 24’an de ye.