Rewşa xumamî ya Başûr: Atmosfera hilbijartinê û lêgerînên tifaqê

Ji aliyekî ve kar û lêgerînên ji bo hilbijartina navendî ya Iraqê dewam dikin, li aliyê din jî amadekariyên ji bo hilbijartina herêmî dest pê kirine.

Rewşa ne diyar a li Başûrê Kurdistanê, piştî ku 'herêmên cihê nîqaşê' ketin destê artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî, kûrtir bû. Yek ji nîşaneyên berbiçav ên vê rewşa nediyar e ew e ku Waliyê Kerkûkê hê nehatiye hilbijartin. Hikumeta navendî ya Iraqê, hin hêzên ji Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) û hin Erebên ku ji aliyê wan ve hatine sorkirin, li ber radibin ku Walîtî ji Kurdan re neyê dayin û bi rewşa heyî bidome. Kurd dixwazin Kurdek bibe Walî ku mafê xwe yê destûra bingehînî ye.

PDK'ê dema dawî ji bo hilbijartina walî şertên ji 8 xalan pêşkêş kir, lê ev şertên xwe ji raya giştî re eşkere nekir. YNK, Komala Îslamî û Yekgirtû beriya niha bi çend rojan dabûn xuyakirin ku di vê mijarê de wê bi hev re tevbigerin. Ji PDK'ê ti daxuyanî nehat dayin ku wê tevlî vê yekîtiyê bibe yan na. Ji ber ku Walî nikare bê hilbijartin, zext û zordariya li Kurdên li Kerkûk û derdora wê tê kirin zêde dibin. Kurd ji cih û warên xwe dibin.

Sedemeke din a vê rewşa ne diyar jî, nedana mûçeyên karmend, teqawî, polîs û pêmergeyan e. Hikumeta herêmî têkçûn û daxistina budçeyê ji aliyê hikumeta navendî ve qebûl kir. Piştre qebûl kir ku ji bo hejmara karmend û teqawîtan kêm bike, komîteyek bê avakirin. Lê tevî vê yekê jî mûçe nehatin dayin. Hemû şertên ku ji aliyê hikumeta navendî ve hatin destnîşankirin, tevî ku hatin qebûlkirin jî hevdîtinan dest pê nekirin. Rewşa xumamî ya nedana mûçeyan û destpênekirina hevdîtinan dewam kir. Ev rewş bû sedem ku meha derbasbûyî gel rabe ser piyan. Raperîna gel bi qasî hefteyekê dewam kir.

Raperîna gel bi daxwaza mafên herî rewa hatin kirin. Lê belê PDK û YNK'ê di vê derbarê de hevdû sûcdar kirin. Ebadî jî li ser raperîna gel daxuyaniyeke bi gotina 'eger gel zerarê bibîne, em ê destwerdanê bikin' da û bi vî rengî nîşan da ku dikarin raperînê ji bo dagigrkirinê weke firsendekê bi kar bîne. Hêzeke din a xwest raperînê ji bo xwe weke firsenda dagirkeriyê bi kar bîne dewleta Tirk bû. Wê wextê, ji bo dagirkirina herêmên Hecî Beg, Kanî Reş, Girê Sîro, derdora gundê Bermize, artêşa xwe ji sînro derbas kir û hewl da li Girê Sîro qereqolê çêbike.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo bi Bexdayê re dest bi hevdîtin û danûstandinan bike gelek caran bang kir. Lê belê Bexdayê ji bo destpêkirina hevdîtinan heta niha gaveke fermî neavêtiye.

Hikumet û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî guh dan daxuyaniyên şexsî yên rayedaran û heyet şandin Bexdayê. Goran, Komala Îslamî û Partiya Koalîsyonê ji bo Edalet û Demokrasiyê heyeteke hevpar ava kirin û şandin Bexdayê. Ji YNK'ê jî Pawel Talabanî li Bexdayê bi Ebadî re rûnişt. Heyeta PDK'ê jî bi Nûrî Malîkî re hevdîtin kir.

Goran û Komala Îslamî di dema raperîna gel de ji ber zexta gel ji hikumeta herêmî îstifa kirin. Lê belê di dema şandina heyetê ji bo Bexdayê de ragihand ku ji bo navbeynkariyê di navbera hikumeta herêmî û rêveberiya Bexdayê de bikin diçin û bi vê armancê hevdîtinan dike.

Li gorî agahiyan, li pişt perdeya serdana her sê partiyan tiştên cuda hene. Ya yekemîn, tifaqa hilbijartinê ya bi Ebadî re ahtiye nîqaşkirin û tê gotin ku di vê mijarê de li hev kirine. Ya din jî li ser dayina mûçeyên karmendan axivîne û hatiye xwestin ku tenê mûçeyên karmendên li Silêmanî û derdora wê bên dayin. Ji ber van agahiyên derketin holê gelê Başûr ji van hevdîtinan nerazî ye. Gelê Başûr destnîşan dike ku daxwazeke bi vî rengî ya mûçeyan wê Başûrê Kurdistanê bike du parçe û statuya heyî jî ji holê rake.

Der barê Goran, Komala Îslamî û Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê jî tê gotin, ku ji bo lêgerîna tifaqa hilbijartinê çûne Bexdayê. YNK xwe amade dike ku pirsgirêkên navxweyî çareser bike û bi vî rengî xwe ji dema bê re amade bike. PDK jî ji 16'ê Cotmehê û vir ve helwesteke alîgirê Malîkî nîşan dide û hewl dide pirsgirêkên xwe yê bi Îranê re çareser bike. Bi Malîkî re di asteke bilind de têkilî danî. Tê gotin ku ev têkilî wê rê li ber tifaqeke li dijî Ebadî veke.

Çilo jî be li gel nediyarî û  kaosê ji niha ve Başûrê Kurdistanê û Iraq kiriye nav atmosfereke hilbijartinê. Lêgerînên tifaqê yên ku ji niha ve dest pê kirin hevdîtinên bi vê çarçoweyê piştrast dikin. Lê ji ber ku partiyên Başûr ne yek in û her yek bi serê xwe bi Iraqê re diaxivin ev rêveberî û partiyên Başûr xurt nake. Berovajî qelstir dike. Lê li gel vê jî ji ber ku partiyên Başûr ne berjewendiyên Başûr û gelê Başûr lê berjewendiyên xwe ji xwe re esas dibînin, bêyî ku li windahiyan bifikirin dikevin nav hewldanê wiha.

Li hêlekê ji bo hilbijartinên navendî yên Iraqê hazirî û lêgerîn hene û li hêla dî jî ji bo hilbijartinên herêmî. Partî ji bo van haziriyan kongreyan dikin. Partiyên ku nû bûne fermî rêxistiniya xwe dikin û biryarê li ser kongreyê didin.

Ev hemû li gel nediyarî û kaosa Başûr haziriya hilbijartinê ya partiyên Başûr nîşan dide.

Li hêla dî jî Komîteya Eniya Demokratîk a Gel ku dema raperînê bi 12 doktor, muhendîs, mamoste, nivîskaran ava bûyî jî xebatên hilbijartiinê dike. Armanca komîteya demokratîk partiyên Başûr bîne cem hev û gel jî têxe nav siyasetê. Heta niha bi gelek partiyan re hevdîtin kirine. Lê hemû partiyên ku soz dan bi wan re bibin yek, bêyî ku wan têxin navê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re hevdîtin kirin û tifaqên hilbijartinê danîn. Vê jî kir ku Eniya Demokratîk a Gel xebatên xwe ji partiyan bêhtir bi gel re bike.

Her wiha xebatên  komxebata Kongreya Netewî ya Başûrê Kurdistanê ku KNK 26-27’ê Çile wê pêk bîne didomin. Ev komxebat jî ji bo ku beriya hilbijartinê wê çêbibe, tê gotin wê nûbûnekê ji siyaseta Başûr re û xebatên kongreya netewî re bîne.