Rewşa girtiyê nexweş Ozkan giran bû
Girtiyên 83 salî Mehmet Emîn Ozkan ku li gel nexweşiya xwe ya giran nayê berdan, piştî ku bi vîrûsa koronayê ket, ew rakirin servîsa lezgîn.
Girtiyên 83 salî Mehmet Emîn Ozkan ku li gel nexweşiya xwe ya giran nayê berdan, piştî ku bi vîrûsa koronayê ket, ew rakirin servîsa lezgîn.
Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin û tevî hemû bangewaziyan nayê berdan, bi kurê xwe Ahmet Ozkan re bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ket.
Ozkan, duh bi şev piştî rewşa wî giran bû rakirin beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Hat diyarkirin ku rewşa Ozkan xeternak e.