BI DÎMEN

Rêveberiya Xweser bi sed hezaran penaberî vedihewîne

Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed anî ziman ku ew neçar mane bi sed hezaran penaberan vehewînin û ev yek zorê dide wan.

PENABERÊN LI ROJAVA

Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed ji ANF'ê re axivî.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku di serî de dewleta Tirk gelek dewlet ji destpêka krîza Sûriyeyê û vir ve penaberên Sûriyeyê ji bo xwe weke amûreke siyasî bi kar tînin û got, "Hemû hêz bi stratejiyeke plankirî nêzîk bûn. Li ser Sûriyeyê siyaseteke qirêj tê meşandin. Yên ku destpêkê ev siyaseta qirêj meşandin dewleta Tirk û hikumeta Şamê bûn. Dewletên Ewropayê ji xwe ji aliyê lojîstîk û pere ve alîkarî dan dewleta Tirk. Dewleta Tirk di navbera salên 2011 û 2012'an de li ser sînor kamp ava kir, bingeha koça mezin amade kir. Di binê vê planê de armanceke welê hebû ku dixwest gelê herêmê bide koçberkirin, piştre jî mirovên ji derve li herêmê bi cih bike û bi vî rengî guhertineke demografîk a bingehîn pêk bîne. Vê planê di salên 2011-2012'an de destpê kir û heta sala 2023'an dewam kir."

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BI ERK Û BERPIRSYARIYA XWE RANABE

Ehmed anî ziman ku penaberên ji aliyê welatên Iraq û Sûriyeyê ve têne dersînorkirin ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têne şandin û got, "Ev ne ji herêma me ne. Weke Rêveberiya Xweser me ragihand ku bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) em dikarin bibin alîkar ku van penaberan derbasî herêmên wan bikin. Di dema pêş de dibe ku hejmar hîn zêde bibe. Ji xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmareke gelekî zêde ya penaberan û kampan heye. Ji ber vê jî avakirina kampên nû ji bo yên careke din bên û dabînkirina pêwîstiyên wan wê ji bo me karekî zehmet be. Mixabin ne bi NY re ne bi hikumetên Lubnan û Iraqê re der barê derbasbûna van penaberan ti nîqaş nehatiye kirin. Weke Rêveberiya Xweser me bi hin saziyên li Rojava û hin nûnerên NY ên li Rojava re nîqaş kirin. Me diyar kir ku derfetên me nîne ku hîn bêhtir penaberên ji Iraq, Lubnan an jî devereke din bên pêşwazî bikin, ji ber ku Rojava bi xwe dorpêçkirî ye. Ji ber vê jî me nîqaş kir ku bi hev re ji bo van penaberan dikarin çi bikin. Mijara penaberan li ku dibe bila bibe bi temamî bi NY ve girêdayî ye. Dema ku li ser penaberan biryarek bê wergirtin divê ev yek ji saziyên NY'yê re bê ragihandin. Ji xwe NY li tevahiya cîhanê xwedî saziyan e. Eger dewletek penaberan dersînor bike divê beriya her tiştî vê yekê bi NY re bike. Li ser vê yekê jî li gorî qada ku NY wê biparêze divê penaber lê bê bicihkirin. Niha li Sûriyeyê cihê aram û ewle Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Iraq, Lubnan û Tirkiye bêyî ku bi Neteweyên Yekbûyî re têkiliyekê dînin van penaberan dersînor dikin. Dewleta Tirk bêyî ku agahiyê bide NY'yê bi sed hezaran kesî dişîne. Penaberên ku têne şandin divê vegerin cihê ku jê koç kirine. Bicihkirina van mirovan li deverên mirovên cuda wê bibe guhertina demografîk. Neteweyên Yekbûyî bi erk û berpirsyariya xwe ranabe."

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ TENÊ LÊ TEMAŞE DIKE

Ehmed ragihand ku NY, saziyên navneteweyî berpirsyariyên xwe yên mirovî û hiqûqî bi cih nînin û got, "Sûriye di nava şerê navxweyî de ye. Ji derve êriş li ser Sûriyeyê tê kirin. Êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên şer û SÎHA'yan ên li ser vê xakê li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Heta niha helwestek nehate nîşandan. Dewleta Tirk mirovên ji deverên cuda li herêmên Kurdan li herêmên dagirkirî bi cih dike. Ev bi xwe ji xwe guhertina demografîk e. Bi êrişa li ser herêmên Rojava dixwaze gelê li wir koçber bike û li şûna wan jî mirovên ji deverên din bi cih bike. Bi vê armancê dixwaze herêmên dagir kiriye desteser bike. Ji xwe dibêjin ji Heleb heta Mûsil û Kerkûkê xaka bav û kalê wan e û divê ji nû ve bi dest bixin."

DIVÊ NY PIŞTGIRIYÊ BIDE, ALÎKARIYÊ BIDE

Ehmed ragihand ku divê bi rengekî cidî li ser mijara penaberan bê rawestîn û got, "Penaberên ji herêmên dagirkirî yên li Rojava hatine derxistin hene. Ji bo ev penaber vegerin cih û warên xwe divê kar bêne kirin. Stratejiya sereke ya QSD'ê ji xwe azadkirina van herêmên dagirkirî û vegera vî gelî ya li cih û warên xwe ye. Lê belê heta ku ev pêk were divê Neteweyên Yekbûyî piştgiriyê bide penaberan û li qada navneteweyî kar ji bo van mirovan bêne kirin. Li gel vê yekê bi deh hezaran penaberên Iraqî hene li kampên Hol û Roj. Têkildarî vê yekê hikumeta Iraqê hin gav avêt, lê belê mekanîzmaya qebûlkirinê gelekî giran dimeşe. Heta ku hemû penaber derbas bibin gelek sal divê. Li Holê mirovên ji 57 welatên Ewropayê hene. Hin ji wan welatiyên xwe birin, lê belê ew jî gelekî giran dimeşin. Li aliyê din li Dêrazor, Reqa û Tebqayê kamp hene ku penaberên ji Sûriyeyê lê dimînin. Divê ew jî li herêmên xwe vegerin, lê belê ji bo vê jî şert û mercên pêwîst divê bêne amadekirin. Em nikarin wan bi zorê bişînin. Divê krîza Sûriyeyê ji aliyê aborî, siyasî, civakî û leşkerî ve bê çareserkirin. Li gel van hemûyan pirsgirêka vegerandina welatiyên Sûriyeyê heye yên ku koçî dewletên herêmê û welatên Ewropayê kirine. Ev bi tena serê xwe ji bo Rêveberiya Xweser pirsgirêk e. Bi sed hezaran penaberên Sûriyeyî li Iraq û Lubnanê hene. Bi milyonan penaberan li her devera cîhanê belav bûne. Weke Rêveberiya Xweser em nîqaş dikin ku eger pêleke koçberiyê li herêmên me destpêk bike em dikarin çi bikin. Lê belê wezîfeya Neteweyên Yekbûyî ye ku piştgiriya madî û qanûnî bide penaberan. Mixabin di nava 17 kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tenê 5 kamp ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê naskirin. Ji alîkariya tê şandin re para 12 kampan nîne. Her wiha alîkarî bi rêya Şamê tên. Ev jî dibe sedem ku alîkarî hemû negihêje penaberan. Beriya her tiştî divê Deriyê Til Koçerê bê vekirin û alîkarî ji vê derê bê derbaskirin. Divê Bruksel para penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji herêmên cuda re neşîne. Nûnerên Neteweyên Yekbûyî yên li herêma me divê çareseriyekê peyda bikin."