Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hêzên komploger ên navneteweyî bi danîna qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê rojeva serekî ya gel guherand ku qonaxa duyem a Kampanyaya Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo û Çareseriya Pirsgirêka Kurd bû.
Ji hêla din ve li herêma Mawa, Gever, Silopî, Şirnex, Amed û hwd dest bi operasyonên mezin ên leşkerî kiriye û bi hezaran leşker û caş bi hemû teknolojiya leşkerî xistine nav tevgerê da ku yekîneyên gerîlayên azadiya Kurdistanê bibîne û wan ji nav bibe, deşt bi deşt, çiya bi çiya, gelî bi gelî li dû gerîlayan digere.
Di nav xwe de jî ji bo ku derfetên hilbijartineke pêşwext ji nav bibe û derfetên zêdetir qezenc bike, Erdogan bi mebest guherîna destûra bingehîn a Tirkiyeyê xistiye rojevê da ku aliyên siyasî û civaka Tirkiyeyê mijûl bike û hemû sazî û dezgehên xwe yên propagandayê ji bo rojevkirina vê babetê bi kar tîne û dibêje ev guherîn divê bi hevkariya aliyan pêk were. Ji bo vê yekê jî Erdogan piştî demeke dirêj serdana CHP’yê kir û bi serokê wê Ozgur Ozel re hevdîtin kir. Çapemeniya berevajîker a Tirkiyeyê jî beşeke din a rojeva civakê bi mijara serdana Erdogan û Ozel tijî kir. Erdogan di çêkirina rojevê de û di warê mijûlkirin û demkuştinê de jêhatîbûneke wî ya baş heye da ku meramên xwe pêk bîne.
Xaleke din ku Erdogan û Bahçelî û artêşa Tirk di vê mehê de li ser axivî lidarxistina hilbijartinên şaredariyan ên rojavayê Kurdistanê bû. Erdogan, Bahçelî û artêşa Tirk a dagirker gefa wê yekê xwarin ku eger li Rojava hilbijartinên şaredariyan çêbin, wê demê ew ê bi rêya operasyonên leşkerî êrişî Rojava bikin. Di vê mijarê de Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê jî bi daxuyaniyekê dijayetiya welatê xwe ya li hember lidarxistina hilbijartinan anî ziman ku qaşo ji bo hilbijartinan zemîneke guncaw tune ye û bi vê yekê derî li ber desttêwerdana dewleta Tirk a dagirker vekir.
Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku destkeftên gelê Kurd bi giştî bike armanc û êrişeke berfireh li dijî tevgera azadiya gelê Kurdistanê û gerîlayên azadiyê bide destpêkirin, pêwîstiya wê bi erêkirina hêzên navneteweyî heye, bi taybetî Amerîka û Ewropa û NATO. Van hêzan bi dirêjahiya pêncî salên têkoşîna tevgera Apoyî ya li Rojhilata Navîn û Kurdistan û cîhanê her tim piştgiriya dewleta Tirk a dagirker kirine û bi awayekî çalak bi dewleta Tirk re astengî li hember pêşketina tevgera Apoyî derxistine.
Dewleta Tirk ji bo vê alîkariya Amerîka, Ewropa û NATO’yê ya li dijî gelê Kurd û tevgera azadiya gelê Kurdistanê dixwaze bi piştgiriya Îsraîlê êrişî Hîzbulaha Lubnanê bike û wek beşek ji NATO’yê rola xwe di tesfiyekirina Hîzbulahê de pêk bîne. Lê belê ji bo ku ev plana dewleta Tirk a dagirker û hevpeymaniya AKP-CHP-Hudaparê pêk bê, divê di nav Tirkiyeyê de bi operasyonên leşkerî ku li dijî gerîlayan dane destpêkirin, encamekê wergire û gerîla di nav bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bê bandor bike û eger bikare tesfiye bike. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku eger beşdarî şerê Hîzbulahê nebe û xwe li hember vî şerî ker bike, dê li hember plan û projeyên NATO, Amerîka û Ewropayê bibe asteng. Ji bo ku rûyekî wiha nîşan nede, dixwaze roleke serekî bi wê bê spartin da ku ev hêz di tesfiyekirina tevgera Apoyî de hevkariya dewleta Tirk bikin.
Dewleta Tirk piştrast e ku rewşa navxweyî û derveyî ya rejîma Îranê di vê demê de dest nade ku dest di Rojhilata Naverast werde, lewma plana AKP, MHP û Hudaparê ew e ku bi vî awayî di carekê de hem derbeyê li gelê Kurd û tevgera azadiyê bidin û hem jî bi lêdana Hîzbulahê dixwazin rejîma Îranê lawaz bikin.
Eger NATO, Amerîka, Ewropa û dewleta Tirk êrişî Hîzbulahê bikin, helwesta Îranê wê li hember Hîzbulaha Lubnanê çawa be? Gelo ji bo parastina çepera xwe ya şer a pêş û hevpeymana xwe ya li Lubnanê ew ê bi Îsraîl, NATO û Amerîkayê re bikeve şer? Yan ew ê xwe li hember vê êrişa li hember Hîzbulahê dûr bigire.
Dewleta Tirk a dagirker saziyeke kirêkirî ya modernîteya kapîtalîst e li Rojhilata Navîn û hemû behîsên xwe li ser şerê navbera Hîzbulah û Îranê kirine û çirke û xulekan dihejmêre. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze vî şerî wek derfetekê bi kar bîne û li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê êrişên leşkerî bike. Di heman demê de dewleta Tirk dixwaze çi dibe bila bibe dewleta Îranê jî beşdarî şer bibe û dixwaze di pozîsyonekê de bimîne ku nekare wisa bi rehetî biryarê bide.