Rêveberiya Xweser a Şengalê: Bila dijmin baş zanibe, em ê Şengaleke xweser û azad ava bikin

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê helwest li dijî êrişên li ser Şengalê nîşan da û got, "Tenê em dikarin ji dijmin rê vê bêjin; bila baş bizanibin em ê Şengaleke xweser û azad ava bikin û hedefên van şehîdan pêk bînin."

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser êrişên dawî yên li ser Şengalê, helwesta hikumeta navendî ya Iraqê û helwesta gel û rêveberiya xweser a Şengalê ya li hemberî pîlanên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

'CIVAKA ÊZIDÎ Û YÊN KU DAÎŞ TÊK BIRIN, DIBIN HEDEFA ÊRIŞAN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk li pêş çavên Koalîsyona Navdewletî û hikumeta Iraqê êrişî Şengalê dike. Êriş bi taybetî li hemberî civaka Êzidî û kesên ku DAÎŞ têk birine, tê kirin. Em van êrişan wek desteka bi çeteyên DAIŞ’ê re dibînin. Bêdengiya Iraqê û Neteweyên Yekbûyi jî dibe sedem ku dewleta Tirk li ser van êrişan berdewam be. Herî dawî di 7’ê Kanûnê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, hevrê Merwan  Bedel û piştî wê di 11'ê Kanûnê de Meclîsa Gel a Xanesorê ku îrade gelê Xanesorê temsîl dike kirin hedef.

'BÊDENGIYA LI HEMBERÎ ÊRIŞAN CIHÊ ŞERMEZARIYÊ YE'

"Merwan Bedel, ji destpêka êrişên DAÎŞ’ê ve ku wê demê hêzên Iraqê û Başûrê Kurdistanê erka xwe pêk neanîn, li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê sekinî û li ber xwe da. Her wiha di parastina xaka Iraqê de bi roleke sereke rabû. Yek ji wan kesan bû ku fermandarî kir, ji bo DAÎŞ bê têkbirin û gelê Êzidî vegere ser axa xwe. Êrişên dewleta Tirk ên li ser kesên mîna Merwan Bedel, Seîd Hesen û Zerdeşt Şengalî tê çi wateyê? Helbet ev tolhildana DAÎŞ’ê ye. Li hemberî van êrişan bêdengî cihê şermezariyê ye. Merwan Bedel kesekî Iraqî, siyasî û leşkerî bû, ji aliyê siyasî ve civaka Êzidî temsîl dikir. Dema ku leşker bû yek ji berpirsê Foca 80’an a ser bi Heşda Şabî bû. Piştî Kongreya 4’emîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi erka rêvebirina civakê û pêşengtiya siyasî rabû. Banga me ji Heşda Şabî re jî ew e ku li hemberî hedefgirtina Seîd Hesen û Merwan Bedel bibin xwedî helwest.

'BILA DIJMIN BAŞ ZANIBE, EM Ê ŞENGALEKE XWESER Û AZAD AVA BIKIN'

Daxuyaniy Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha dewam kir:

"Ji ber van êrişan, tiştekî cuda ku em ji dewleta Tirk re bêjin nîne, ji ber ku dijminê me yê bi sedan salan e. Tenê em dikarin ji dijmin rê vê bêjin; bila baş bizanibin em ê Şengaleke xweser û azad ava bikin û hedefên van şehîdan pêk bînin.

Lê Iraqa ku 3’ê Tebaxa 2014’an bi hezaran leşkerên xwe ji Şengalê vekişiya û tevî PDK’ê gelê me di nav pençeyên çeteyên DAÎŞ'ê de hiştin, bûn sedem ku bi hezaran jin, zarok û gelê me bikeve destê çeteyan û ji ser warê xwe koçber bibin. Piştî ku gelê Êzidî bi saya gerîlayên PKK’ê û şervanên YBŞ-YJŞ’ê xwe birêxistinkirin û bûn xwedî îrade, niha jî Iraq li hemberî êrişên ku li ser pêşengên gelê me tên kirin xwe kerr û kor dike. 

'EGER IRAQ GELÊ ME JI ÊRIŞÊN HEWAYÎ NAPARÊZÊ, HINGÎ ROLA XWE LI ŞENGALÊ ÇI YE?

Ji Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ve, nêzîkatiyên hikumeta Iraqê li hemberî gelê me ne ji rêzê ne. Iraqê  gelê me ji êrişa çeteyan neparast, li hemberî êrişên hewayî jî bêdeng e. Wê demê em pirs dikin, gelo rola hêzên Iraqê di Şengalê de ji bo çiye?

Li hemberî vê bêdengiya hikumeta Iraqê, gelê me pir bi hêrs e û ji bo parastina pêşengên xwe dest bi serhildanê kir. Em vê helwesta gelê xwe pîroz dikin. Lê banga me ji tevahiya civaka Êzidî û dostên me re li ser vî helwestê xwe berdewam bin û bi awayekî aştiyane daxwaza mafê xwe bikin. Gelê me yê bi rûmet pêwîste hîn zêdetir beşdarî çalakiyên civakî bibin, heya bidestxistina mafê xwe yê rewa. Çalakiyên ku li Şengalê tên kirin mafê gelê Şengalê ye. Lê nêzîkatiyên hêzên ewlekarî yên Iraqê li hemberî gelê me ne di cih de ye. Bi taybet bikaranîna çekê li hemberî gel li tu cihî nayê qebûlkirin. Ev bûn çend car hêzên ku dibêjin em ji bo parastina gel li vir in  zarokên vê civakê dikine hedef. Ji bona vê, em bang li saziyên parastina mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikin bi erka xwe rabin û li hemberî van binpêkirinên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li dijî gelê me tên kirin, bibin xwedî helwest. 

'DI ENCAMA DANÛSTANDINÊN BI HIKUMETA IRAQÊ RE, DESTÛRA KAR JI SAZIYAN RE HATE DAYIN'

Di çalakiyên ku tên kirin de ji bo rastiya li Şengalê nedin diyarkirin, bi zanebûn rojnemevan tên hedefgirtin. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar dikin ku mafê her rojnamevanî heye li Şengalê karê rojnamevaniyê bike. Êrişa li ser gelê medenî û bi taybet kesên rojnameger sûc e.  Çalakiyên li hemberî bêdengiya Iraqê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker di cih dene. Em wek Rêveberiya Xweser jî li dijî vê bêdengiyê ne, loma di 12’ê Kanûnê de me biryar da ku tevahiya saziyên hikûmî û yên medenî bên girtin. Piştî danûstandina di navbera me û rayedarên Iraqê de di 13’ê Kanûnê de bi biryara Rêveberiya Xweser, tevahiya sazî û dezgehên Şengalê dest bikarê xwe kirin. Ev nayê wê wateyê ku me bêdengiya Iraqê li himberî van êrişan qebûl kiriye. Car din em bang li hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî dikin ku li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Her wiha banga me ji gelê me yê Ewropa, sazî û dezgehên azadîxwaz re ew e ku ji bo piştgiriya bi Şengalê re hîn zêdetir kar bikin.

'BILA PDK DEST JI DIJMINATIYÊ BERDE'

Di dawiyê de em dibêjin, bi êrişên li ser kesayet û pêşengên civaka me em ê tu gava paşde navêjin. Kesên ku li dijî Rêveberiya Xweser kar dikin, bi taybetî jî PDK ku bi rêya dezgehên xwe yên ragihandinê bi  zimanê dijmin diaxive, bila dest ji vî karê xwe berdin. PDK’ê ku gelê me di nav kampande dîl girtiye, bi daxuyaniyên xwe êrişên li ser Şengalê rewa dike. Lê ev nabin sedem em dest ji armanca xwe ya Şengalek xweser û azad berdin.

'BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê LI SER ARMANCA ŞENGAL A XWESER BIN'

Bidestxistina mafê gelê me ku ew jî xweseriya Şengalê ye, wê hedefa me be, em soz didin ku tu kes wê nikaribe êdî civaka me li gor xwe bikar bîne. Civaka me jî êdî wê qebûl neke tu kes wan bi rêve bibe. Bedel çi dibe bila bibe em ê şopa şehîdên xwe yên ku serê xwe di rêya Şengala xweser de dane, em ê  berdewam bikin."