Rêveberê PJAK'ê Şaho: Projeya me rêgeza çareseriyê ye

Endamê Encûmena Rêveberiya PJAK'ê Amed Şaho: Desthilata Komara Îslamî ya Îran ji bo domandina desthilata xwe xwe avêtiye bextê siyaseta darvekirin û girtinê. Ev siyaset alozî û krîzên heyî kûrtir dike. Pêwîste Îran li çareseriyê bigere.

Têkildarî bûyer û gorankariyên li siyaseta Komara Îslamî ya Îran û Rojhilatê Kurdistan û projeya hevpar a PJAK û KODAR’ê ya ji bo çareseriya krîz û kaosên li Îranê, endamê Encûmena Rêveberiya PJAK'ê Amed Şaho ji ANF'ê re axivî. Şaho bi bîr xist ku Îran ber bi rêyeke tarî û nediyar ve kaş dibe, eger li çareseriyê venegere wê qedera wê mîna ya Sûriyeyê be.

Şaho diyar kir ku bûyerên li Rojhilata Navîn û herêmê diqewimin dibe ku dijwar û kûrtir bibin û got: "Her wiha Îran jî yek ji wan dewletan e ku hem li derve hem jî li hundir dinava aloziyan de ye. Sedema sereke ya vê yekê ew e ku Îran êdî nikare ji bo daxwaz û pêwîstiyên gelê Îranê û civaka navneteweyî bibe bersiv."
 
'ÎRAN JI BO DOMANDINA DESTHILATA XWE XWE AVÊTIYE BEXTÊ SÊDAREDANÊ'

Endamê Encûmena Rêveberiya PJAK'ê Amed Şaho da xuya kirin ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo parastin û domandina desthilata xwe ya navxweyî û herêmî xwe avêtiye bextê siyaseta darvekirin, girtin û serbilindkirina Komara Îranê û wiha pêde çû: "Ev siyaset krîz û kaosên navxweyî û derve kûrtir û aloztir dike. Fikar hene li nava Îranê şer û êrîş biqewimin. Ji ber ku Amerîka jî di warê aborî û gelek aliyên cihê de ambargo li ser Îranê pêk aniye. Ev pêkanîn wê wisa bike ku Îran neçar bimîne ku gav biavêje û ji bo demokratîkkirina Îran û bi taybet Kurdistanê."

Şaho bibîr xist ku eger Îran serî li rêyên cuda bide, çend vebijêrkên din derdikevin holê û ev tişt got: "Mixabin ev vebijêrk bi metirsîdar in. Weke Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), weke partiyeke siyasî ji bo bûyerên neyînî rû nedin em bi erk û berpirsyariya xwe rabûn û 12'ê Tîrmehê me projeyeke çareseriyê pêşkêş kir."

'PROJEYA ME RÊGEZA ÇARESERIYÊ YE'

Şaho bal kişand ser projeya çareseriya krîzên li Îranê û wiha dewam kir: "Projeya me rêgezeke çareseriyê ya demokratîkkirina Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Projeyeke rêvebirina xwe bi xwe ye, projeya neteweya demokratîk a gelên Îranê ye. Projeya me bê ku cudahî bixe nava ol, reng, netewe û mezheban, projeya çareseriya pirsgirêkên civakî ye."

'ÎRAN BER BI KRÎZ Û RÊYEKÎ NEDIYAR VE KAŞ DIBE'

Endamê Encûmena Rêveberiya PJAK'ê Amed Şaho herî dawî got, "Eger rast neyê xwendin û rewşeke berevajî projeya me derkeve holê, wê Îran ber bi rêyeke metirîsîdar ku ew jî krîz û rêyeke nediyar ve kaş bibe. Me di projeya xwe de jî daye xuyakirin ku xweparastin mafê gel e. Eger Komara Îslamî ya Îran serî li rêyên şer û êrîşan bide, mafê me yê parastinê heye û wê demê wê Yekîneyên Rojhilatê Kurdisanê bersiva pêwîst bide. Çalakiya li Merîwanê mînaka vê yekê ye. Ji bo wê bi hêvî me ku Komara Îslamî ya Îranê baş projeya me li ber çavan re derbas bike. Rê nede ku Îran bibe Sûriyeya duyemîn."