Rejîma Îranê welatiyekî Kurd destgîr kir

Li bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê welatiyekî Kurd destgîr kir. Aqubeta wî nayê zanîn.

Hat zanîn ku hêzên rejîma Îranê duh bi ser mala welatiyekî Kurd yê bi navê Huseyîn Qureyşî (51) ê xelkê bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê de girtine û rakirine cihekî nediyar.

Şahidhal dibêjin ku hêzên Îranê bêyî ku destûra dadgehê nîşanî Qureyî bidin bi ser mala wî de girtine û ew destgîr kirine.

Heya niha jî nayê zanîn bê ka Qureyşî ji ber çi destgîr kirin û birine kuderê.