Rejîma Îranê vê carê firoşkarên seyar kir hedef

Polîsên Îranê li Merîwanê firoşkarên seyar derb kirin û dest danîn ser amûrên wan, li ser vê hinek firoşkarên seyar nerazîbûn nîşan dan û kelûpelên xwe şewitandin.

Zext û zordariya rejîma Îranê ya li ser Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê bi dawî nabe. Hêzên rejîmê yên ku gel mehkûmî hejariyê dike û her roj li ser xeta sînor kolberan qetil dikin, vê carê jî firokarên seyar kirin hedef.

Polîsên rejîmê li bajarê Merîwan ê girêdayî Eyaleta Sîne ya Rojhilatê Kurdistanê, dest danîn ser kelûpelên Kurdên ku firoşkariya seyar dikin, ev jî rê li ber nerazîbûnên mezin vekir.

Piştî ku polîsan li firoşkarek seyar dan û şûnde henek firoşkarên seyar weke nerazîbûn kelûpelên xwe şewitandin. Piştî çalakiya ku gel jî piştgirî kir û şûnde gelek polîs sewq herêmê hatin kirin.