Rejîma Îranê li Banê du kolber kuşt, gel banga çalakiyan kir

Rejîma Îranê vê sibehê li Banê du kolberên Kurd kuşt. Piştî qetilkirinê gelê Banê deriyê biryargeha leşkerî ya bajêr şikand û ji bo çalakiya di saet 14.00'an de bang kir.

Hêzên rejîma Îranê vê sibehê li Banê ya bi ser eyaleta Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê du kolber kuştin. Kuştina kolberan li bajêr bû sedema nerazîbûn û çalakiyeke mezin.

Nûçegîhanê ANF’ê Hîwa Şerîfî ragihand ku rejîma Îranê vê sibehê saet di 10.00'an de li nêzî gundê Hengajalê ya bi ser Banê kolberên bi navê Heyder Ferecî û Qadir Behramî kuştiye.

Nûçegîhanê me diyar kir ku hêzên rejîmê kolber kirine hedef û Ferecî yê ji gundê Şeşanê li cihê bûyerê, Behramî yê ji gundê Zimlayê jî dema ku rakirin nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest daye.

Piştî vê qirkirinê gelê Banê, li ber Biryargeha Leşkerî ya Banê kom bû û dest bi çalakiyan kir. Di çalakiyê de deriyê biryargehê hate şikandin.

Çalakiya gel a li vê derê û nêzî vê derê didome û hat ragihandin ku gelê Banê wê di saet 14.00'an de çalakiyên girseyî li dar bixe.

Piştî ku Muhamed Felahî bû Fermandarê Banê êrîşa li ser kolberan zêdetir bûye.