Rejîma Îranê kolberek kuşt

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Hewramanê êrîş kir û kolberek kuşt, 2 kolber jî birîndar kirin.

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrîş bire ser kolberan ku bi barhilgiriyê debara xwe dikin. Di encama êrîşa hêzên rejîmê de kolberek hate kuştin û du kolber jî hatin birîndarkirin.

Hêzên rejîmê yên Îranê li ser sînorê gundê Berwaz a li herêma Hewreman şevê din li kolberan reşand. Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji jêderên xwecih bi dest xistine di encama êrîşa hêzên rejîmê de kolberekî ku navê wî nayê zanîn ji zikê xwe derb xwariye û hatiye kuştin û her wiha 2 kolber jî hatin birîndarkirin.

Kolberê birîndar ku hevalên wî ew ber bi Nexweşxaneya Merîwanê ve dibirin, di rê de jiyana xwe ji dest daye. Hate gotin kolberên birîndar yek jê ji  gundê Bîndolê û yê dî jî ji gundê Saralê ye.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê di navbera Nîsana 2016’an û Nîsana 2017’an de li ser sînorê Başûr û Rojilatê Kurdistanê di encama êrîşên pasdarên Îranê de, aşît û ketina ji zinaran û li ber çûn avê 96 kolberan jiyana xwe ji dest daye û 64 kolber jî birîndar bûne.