Rejîma Îranê kolberek birîndar kir

Li ser sînorê bajarê Banê yê Rojhilat hêzên rejîma Îranê kolberek birîndar kir. Kolberê ku hatî birîndarkirin piştre hate binçavkirin.

Welatiyekî ji Rojhilatê Kurdistanê ku li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bazirganiya li ser sînor dikir, li nav sînorên bajarê Banê ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hate birîndarkirin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin kolberekî bi navê Êrîş Rehmanî ku bi barhilgiriyê debara malbata xwe dikir ji hêla hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ve hatiye birîndarkirin.

Rehman ê 25 salî li ji hêla hêzên rejîmê ve hate binçavkirin.

Nayê zanîn bê ka Rehman ber bi kû ve birine.