'Rêberê me xeta me ya sor e'

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û ji bo hevdîtinê bang kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rêberê me xeta me ya sor e."

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankirî, bi taybetî cezayê disîplînê yê ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn daxuyaniyek da.

Beriya ku daxuyanî were xwedin ji bo bîranÎna tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Berdevka Komîteya Tendûristî Bêrîvan Unver ve hat xwendin.

Daxuyanî wihaye:

"Li Tirkiyeyê bi destê desthilatdariya hikûmeta AKP’ê di nava civakê de bêdadî di asta herî pêş de tê meşandin. Li kêleka vê di sîstema girtîgehê de jî êşkence û tecrîd kirin bi pergalî tê rêvebirin. Wek tê zanîn ji Tîrmeha 2011’an û şûnde hevdîtinên parêzeran li gel Rêbertî hatiye astengkirin. Ji hemû mafên girtiyekê bê par hatiye hiştin. Hem mafan binpê dikin û hem jî di nava tecrîda heyî de cezayê tecrîdê li ser Rêbertî didin meşandin. Her çiqas ji bo hevdîtinê serlêdan hatibin kirin jî bi hêcetên weke cezayê disîplînê lê hatiye birîn yan jî bi egerên bê bingeh destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Pêkanînên li Îmraliyê ne li gorî huquqa mafê mirovan dimeşe. Pergala Îmraliyê ne li gorî siyasetê hatiye rûniştandin.

Nêzîkatiyên li Rêber Apo û pêkanînên girtîgeha li Îmraliyê, rastiya dijminahiya faşîstane. Bi hêcetên ji rêzê di serî de ji mafê hevdîtinê yê li gel malbat û parêzerên wî bê par hatiye hiştin.  Ev pêkanîn bixwe sûcên mirovahiyê ye. Ev hişmendiya tinekirinê ya faşîst bi vî awayî rojane li sder Rêber Apo êşkenceyê dide meşandin. Di nava tecrîda girankirî de li ser hev dayîna ceza, kûrkirina dijminahiyê. Ji ber vê jî di derbarê jiyan û tendûristiya Rêber Apo de ti agehî nayê girtin. Berpirsyarê vê jî desthilatdariya AKP û MHP ye. Bi qasî dewleta Tirk hemû dewletên û hêzên ku di komploya navneteweyî de cih girtine berpirsyarin. Ji ber ku konseya Ewrupa û CPT jî, ji bê mafiya ku li Îmralî tê kirin agehdare û bêdenge ew jî berpirsyarê vî sûcî ye.

Wek Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Şehîd Rustme Cûdî dibêjin; Rêbertiya me xeta me ya sore û tendûristiya wî tendûristiya me ye.  Em hemû cûrên êşkence û tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin şermezar dikin. Her wiha bila gelê me yê Şengalê jî bizanin ku ew ne bi tenê ne. Banga me wek Komîteya Tendûristî ji saziya peywendîdar û mafê mirovan ew e ku li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikevin."