Polîsan li Wanê êrîşî HDP’iyan kirin-NÛ BÛ
Polîsan êrîş bire ser heyeta HDP’ê ya ji Colemêrgê çû Wanê kirin. Di êrîşê de ku gelek kes hatin destgîrkirin, şidet li hemberî parlementeran hatin bikaranîn.
Polîsan êrîş bire ser heyeta HDP’ê ya ji Colemêrgê çû Wanê kirin. Di êrîşê de ku gelek kes hatin destgîrkirin, şidet li hemberî parlementeran hatin bikaranîn.
Baskê meşa ‘Li dijî darbeyê meşa demokrasiyê’ ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê gihişte Wanê. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar û HDP’iyên pêre ku li derdorî AVM a Wanê ji wesayîtan peya bûn, polîsan êrîşî wan kirin. Di êrîşê de gelek kes hatin destgîrkirin, polîsan şidet li ser parlementer û endamên partiyê kirin. Alozî dewam dike.