RCS: Girtina HDP'ê wê pirsgirêkan mezintir bike

Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) hişyarî dan ku girtina HDP'ê wê pirsgirêkan girantir bike.

Gelek Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ên li Bakurê Kurdistanê têkildarî doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û betalkirina parlamenteriya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar dan.

Rêxistinan diyar kir Tirkiye di mijara girtina partiyan de xwediyê hişeke dramatîk e û wiha gotin: "Ji damezrandina Dadgeha Destûra Bingehîn heya niha 24 partî hatine girtin. Herî dawî di sala 2008’an de ji bo AKP were girtin jî doz li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû vekirin. Em wê demê jî li dijî vê biryarê derketibûn."

DAXWAZA DESTÛRA BINGEHÎN A SIVÎL

Rêxistinan destnîşan kirin ku rêya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê di pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) de derbas dibe û wiha berdewam kirin: "Divê meclis demildest qanûnên hilbijartin û partiyên siyasî bigire rojeva xwe. Divê ji bo destûra bingehîn a sivîl a nû karekî bi lez bê kirin."

Rêxistinan dan zanîn ku nîşaneya herî girîng a demokrasiyê hilbijartin in û ev tişt gotin: "Bi girtina partiyan siyaset wê bê hêz bibe, welatê me wê ji nirxên demokratîk û endamtiya YE'yê dûr bikeve. Wê têgînên derveyî siyasetê bi hêz bibin."

'WÊ PIRSGIRÊK GIRAN BIBIN'

Rêxistinan daxuyaniya xwe bi van gotinan dawî kir: "Em weke RCS û rêxistinên sivîl difikirin ku girtiya partiyê û rakirina mafê destnedana parlamenteriyê wê tu sûdê nede welatê me û wê pirsgirêkên aborî yên bi pandemiyê zêde bûn zêdetir bikin. Di çarçoveya rêgezên dewleta hiqûqê de wê rê li ber şikestinê veke. Ji ber vê yekê divê dest ji pêkanînên dervehiştina saziya siyasetê bê berdan û reformên qada mafê mirovan, aborî û civakî bên lezgînkirin. Divê vekirina doza girtina HDP'ê bê redkirin. Em dixwazin ku ji bo paşeroja Tirkiyeyê ev pêşniyarên berçav bên girtin."
 
Navên RCD û rêxistinên pîşeyî ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê wiha ne:

Baroyên Amed, Semsûr, Agirî, Êlih, Bedlis, Dersîm, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha, Wan, Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê yên Amed, Şirnex, Cizîr, Wan, Mûş, Borsaya Bazirganiyê ya Amedê, Odeyên Rawêjkarên Darayî yên Amed, Wan, Bedlîs, Odeyên Tabîban ên Amed, Agirî, Sêrt, Bedlîs, Mêrdîn, Riha, Wan-Colemêrg, Êlih û Şirnex. Şaxên girêdayî KESK’ê yên Amed, Dîlok, Riha, Wan, Dersim, Semsûr, Colemêrg, Çewlik û Şirnex. Odeyên girêdayî TMMOB’ê yên Amed, Êlih, Riha, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Meletî, Xarpêt, Şirnex, Sêrt, Çewlik, Dersim, Semsûr, Bedlîs. Komeleyên Mafên Mirovan ên Semsûr, Agirî, Êlih, Bedlîs, Dersim, Amed, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Mereş, Qers, Meletî, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Wan û Şaxên Şirnexê. Komeleya Jinan a Rosayê, Nûnertiya TÎHV’ê ya Amedê, Nûnertiya Înîsiyatîfa Heq a Amedê, Navênda Giştî ya Komleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û şaxên wê yên Amed û Wanê, Nûnertiya Herem a Amedê ya DÎSK’ê, Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal a Amedê, Komeleya Mirovên Karsaz û Pîşesaz a Amedê (DÎSÎAD), Komeleya Mirovên Karsaz û Pîşesaz Tekstîl a Başûrêrojhilat (GUNTÎAD), Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û Başûrêrojhilat (DOGUNKAD), Komeleya Mirovên Karsaz û Pîşesaziya Organîzeyê ya Wanê (VOSÎAD), Komeleya Mirovên Karsaz ên Peyaner a Wanê, Odeya Esnafên Ajokar û Otomobîlvan a Wanê, Komeleya Pêşvebirin Lêkolînkirin û Parastina Berhemên Dîrokî-ÇEVDER a Wanê, Şaxa Komeleya Çandê ya Anadolû ya Haci Bektaş Velî ya Semsûrê, Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk a Semsûrê, Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal a Semsûrê, Komeleya Ferhat a Semsûrê.