Rapora Talê ya heyeta HDP’ê: Sûcê şerî ye

Heyeta HDP’ê ku li gundê Talê yê Colemêrgê di derbarê êrîşa Heronan a li hemberî gundiyan de hin lêkolîn kirin, pêşraporek diyar kir. Parlementera HDP’ê ya Wanê Ozgokçe got ku sûcê şerî hatiye kirin û kesên êrîş li wan hatiye kirin sivîl in.

Parlementerên HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, Nîhat Akdogan , Lezgîn Botan, endama Meclîsa DBP’ê Zahîde Besî ku li gundê Talê yê Colemêrgê di derbarê êrîşa Heronan de lêkolîn kirin, li avahiya DBP’ê ya Colemêrgê bi daxuyaniyeke çapemeniyê pêşraporek eşkere kirin.

‘ÇAPEMENIYA HERÊMÎ AŞKERE KIR KU SIVÎL IN’

Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, diyar kir ku tê xwestin ku bûyer bê berevajîkirin û ji destpêkê ve sivîl wek “endamên rêxistinê” hatine îlankirin. Ozgokçe, got ku yê êrîş li wan hatiye kirin ji gundê Talê ne. Ozgokçe, anî ziman ku piştî êrîşa Heronan Wezareta Karûbarên Hundurîn daxuyandiye û gotiye: “4 endamên rêxistinê hatine bêbandor kirin” û wezaret bernav li gundiyan kirine. Ozgokçe nerazîbûn nîşanî çapemeniya Tirk da ku di derbarê daxuyaniyê de bi ser navên “Xwîna polîsê me yê taybet li erde nema, ew terorîst hat kuştin” nûçe weşandin û wiha got: “Lê belê çapemeniya herêmî derxist holê ku yên êrîş li wan hatiye kirin sivîl in.”

‘MEHMET TEMEL BAVÊ 3 ZAROKAN E’

Ozgokçe, diyar kir ku bajêr di bin dorpêçê de ye û ev tişt gotin: “Li vî welatî ne daraz, ne birêvebirin û ne jî qanûnçêkirin maye. Qada peywirê ya hemûya tevlî hev bûye. Welatiyê me yê ku di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest daye bavê 3 zarokan Mehmet Temel e. Îbrahim Sak, Îsmaîl Aydin û Mûsa Tarhan ku birîndar bûn jî li vî bajarî dijîn û li gund milken wan hene û civak wan nas dike.”

‘AWAYÊ BIKARANÎNÊ YÊ ÎHA’YÊ SÛC E’

Ozgokçe, bibîr xist ji bo herêmê ti biryareke qedexeyê nehatiye dayîn û awayê bi kar anîna amûra bêmirov (ÎHA) der hiqûqa navnetewî ye û wiha axivî: “Bi vî awayî bi kar anîna amûra bêmirov di çarçoveya sûcê şerî de ye. Li gor Konvansiyona Cenewreyê jî sûc e.”

‘WESAYÎTA CENAZE NEHAT DAYÎN, MIZGEFT HAT GIRTIN, DARBEST NEHAT DAYÎN’

Ozgokçe, diyar kir ku ji bo definkirina cenazeye Mehmet Temel qeyûmê Şaredariya Colemêrgê wesayîta cenaze nedaye û nehiştine cenaze têkeve mizgeftê û ev wiha anî ziman: “Nayê qebûlkirin ku evqasî bi nirxên dînî yên mirovan bê lîstin. Mizgeft ji bo her kesî vekirîne û divê her kesên xwedî bawer rêz nîşanî vê bide. Bi mirinê re hikum ji holê tê rakirin, lê mixabin di vî warî de hikûmet bazirganiya dîn dike. Wesayîta cenaze nehat dayîn, mizgeft hat girtin, darbest nehat dayîn. Her wiha di dema definkirinê de dayika Mehmet Temel diqîriya, lê belê hat xwestin ku bêdeng bibe. Di dema definkirinê de wesayîtên zirxî hebûn û tim hişyarî dikirin.”

Ozgokçe, destnîşan kir ku kesên di dema êrîşê de birîndar bûn û çûn nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hatine derbkirin û dema ji bo raporê çûne derî li wan hatine girtin û gundiyên ku piştî êrîşê çûne nexweşxaneyê jî bi êrîşê re rû bi rû mane û wiha domand: “Jin bi erdê ve hatine kişandin û mirov bi guleyên plastîk hatine birîndarkirin. Welatiyan xwest der barê birîndarkirinê de raporê wergirin, lê rapor nehat dayîn. Nexweşxane hat dorpêçkirin. Sedema vê yeke jî ew e ku kirinên dewletê bên veşartin.”

‘WALÎ HIKUM DAYE’

Ozgokçe destnîşan kir ku hê nehatiye zanîn bê ka Heron ji aliyê kê ve dihat bikaranîn û berpirsê bûyerê kiye, anî ziman ku bêdengiya dewletê tê wateya parastinê. Ozgokçe bal kişand ser daxuyaniya ji aliyê walîtiyê ve hate dayîn û wiha pêde çû: “Di daxuyaniya walîtiyê de welatiyên sivîl weke hevkar hatine îlankirin, xwe xistiye şûna darazê. Hê tiştek li holê neyî sivîl hevkar îlan kirin. Dibe ku dosyayên di derbarê wan de hatibin amadekirin bê girtin jî. Birîndar bi awayekî kelepçekîrî tên ragirtin. Hat diyarkirin ku Îbrahîm Sak ê bi awayekî birîndarkirî bi kelepçekirî ji bo îfadeyê birine emiyetê. Kesên ku birîndar birine nexweşxaneyê jî hatine binçavkirin.

‘SÛCEKÎ MEZIN HATIYE KIRIN’

Ozgokçe bibîr xist ku ji bo lêkolînkirina bûyerê ji aliyê HDP’ê ve komîsyonek hatiye amadekirin û wiha got: “Sûcek mezin hatiye kirin. Heta ku ev sûcdar li pêşiya darzê hesab bidin em ê dev jê bernedin. Têkildarî aqûbeta birîndaran di destê em de ti agahî nîne. Em nizanin bê ka çawa tên dermankirin. Ji ber ku hê malbat bi birîndaran re hevdîtin nekirine. Di vê mijarê de me bang li hemû dixtoran dikin ku bi awayekî exlaqî erka xwe pêk bînin.”

PARÊZVANÊN MAFÊ MIROVAN JI BO COLEMÊRGÊ HATIN VEXWENDIN

Ozgokçe bang li parêzvanên mafê mirovan kir û got: “ Rica dikin erka xwe pêk bînin werin Colemêrgê. Li dijî vê zilmê bêdeng nemînin. Di vê rewşa ku ti kes xwe di ewlehiyê de nabîne, heta roja ku em bi ewle zarokên xwe derxin kolanan, cejnan bijîn em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ji derveyî mafên bingehîn ti daxwazekî din ê me nîne. Ev zilim wê li ser vê xakê biçe. Em bi hêvî ne.”

Heyeta ku li gund lêkolîn kirine, wê di rojên pêş de têkildarî êrîşa Heronê rapora xwe ya bi detay eşkere bike.