Rapora Servet Tûrgût derket holê

Li navçeya Şaxê ya Wanê Servet Tûrgût û Osman Şîban ji helîkopterê hatibûn avêtin. Rapora nexweşxaneyê ya Tûrgût û Şîban derket holê. Di rapora 30’ê Îlonê de hate diyarkirin ku sedema mirinê ‘ji kendalê ketiye’.

Li navçeya Şaxê ya Wanê Servet Tûrgût û Osman Şîban ji helîkopterê hatibûn avêtin. Piştî têkoşîna 20 rojan a li nexweşxaneyê Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest dabû.

Derbarê vê hovîtiya ku hatibû kirin walîtiyê daxuyanî dabû ku ‘ji kendalê ketiye’ Di rapora Osman Şîban de jî gotina ji helîkopterê hatiye avêtin, cih girtibû.

Dema Servet Tûrgût anîbûn nexweşxaneyê ne li ser hişê xwe bû, ji ber vê jî îfadeya wî nehatibû stendin. Ev bûyer wekî ‘ji kendalê ketiye’ hatibû qeydkirin.

Di rapora Tûrgût a di 11’ê Îlona 2020’an de hatibû diyarkirin ku ji cihekî bilind ketiye û derbarê ketinê gotineke zelal nehatibû kirin.

Piştî ku walîtiyê got ‘ji kendalê ketiye’ Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê derbarê Servet Tûrgût di 30’ê Îlona 2020’an de sedema mirinê wekî ‘ji kendalê ketiye’ li raporê zêde kir.