QSD: Bang li Sûriye dikin ku Rêveberiya Xweser binasin

Civîna salê ya pêkhateyên QSD’ê bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de banga diyalogê û nasandin QSD’ê û Rêveberiya Xweser li hikûmeta Sûriyeyê hate kirin.

Li Fermandariya QSD’ê ya li Hesekê bi tevlêbûna 600 delege ji YPG, YPJ, Ceyş El-Siwar, Lîwa Şemal Demokratîk, Cebhet El-Ekrad, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Senadîd, her wiha mêvanên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî û saziyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên pêkhateyên QSD’ê bi dirûşma ‘Ji qedandina terorê ber bi pêkanîna îstîkrarê’ civîneke salane pêk hat.

Civîna ku demek dirêj ji çapemeniyê re girtî dom kir, piştî encamname ji aliyê Berdevkê Boroya Çapemeniya QSD’ê Mûstefa Balî ve hate xwendin û şûnde bi dawî bû.

Encamname wiha ye;

"Di vê pêvajoya dîrokî de me Hêzên Sûriyeya Demokratîk civîna xwe lidar xist da ku bibe bingeha sereke ya avakirinê û danîna planên guncaw ji pêvajoya pêş ya têkoşîna pêkanîna serkeftina dawî li dijî rêxistina DAÎŞ a terorîst û pêkanîna ewlehî û aramiyê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha da ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk xurt bibe û bibe mîsogeriya Sûriyeya demokratîk, azad, pir reng.

Tevî ku di aliyê leşkerî de derbên giran li rêxistian terorîst a DAÎŞ‘ê hate xistin û di aliyê erdîngarî de tine bû, lê xeterî û gefên wî yên li ser ewlehî û aramiyê hîna bi dawî nebûye ku pêşeroja gelê me, bajarê me û tevahî cîhanê dixe xeteriyê. Li ser vê yekî şerê li dijî vê rêxistina terorîst êdî ji berê zehmetir bûye. Ji ber tektîka şer hatiye guhert û şaneyên veşartî di nava sivîlan de veşartî ne. Di demekê de ku em teqez dikin di rakirina koka vê şaneyê de bi israr in, em teqezî li ser girîngiya ku Hêzên Koalîsyona Navdewlwetî beşdarî şerê me yê ku me bi hev re destpê kiriye bibe û desteka pêwîst pêşkêş bike da ku serkeftina dawî pêk bînin.

Di demekê de ku têkoşîna li dijî rêxistina terorîst a DAÎŞ‘ê erka me ya sereke ye, beriya niha me diyar kiribû ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, hewl dide eniyeke nû li dijî hêzên me veke, ev yek bandoreke neyînî li pêşveçûna şerê me û têkoşîna me ya li dijî rêxistina DAÎŞ‘ê kir. Îro careke din em vê bangawaziyê dûbare dikin ku dewleta Tirk hewl dide eniyeke nû li dijî hêzên me veke, ev yek wê bandoreke neyinî û mezin li şerê me yê hevpar bi Koalîsyona Navdewletî ya li dijî rêxistina terorîst bike. Ji ber vê yekê em destekê didin xebatên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka yên bi armanca ku bi Tirkiyê bighêje formeke lihevkirinê ku mekanîzmeya parastina ewlehî û aramiya herêmên sînor peyda bike.

Me di civîna xwe ya salane de teqez kir ku ji bo lihevkirinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û dewleta Tirk biser bikevin çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin.

Di heman demê de em soza xwe ya ku ji bo vegera xelkên Efrînê li warê xwe nû dikin û teqez dikin ku bêyî vê yekê aştiyek dayîm li Sûriyê ne pêkan e.

Ji vir careke din em bang li hikûmeta Sûriyê ya li Şamê dikin ku pêwîste dest bi vedîtina çareseriyek guncew ji rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û doza Kurd bi taybet bike û îtîrafê bi tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê li ser rêgeza dewlemendiya cihêrengiyê bike. Her wiha em bang li hikûmetê dikin ku diyaloga Sûrî-Sûrî, danûstandina bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser rêgeza îtîrafkirina bê vê rêveberiyê, taybetmendiya Hêzên Sûriyeyay Demokratîk qebûl bike tevî bi mafên gelê Kurd, Suryan û Asûr di çarçoveya Sûriyeyek demokratîk, pirrengî û ne navendî de îtîraf bike.

Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ji derdora salekê ve me dest bi prosesa ji nû ve avakirina sazumaniya hêzên xwe kir li gorî pêvajoya heyî. Bi rêya avakirina meclîsên leşkerî yên herêmî ji tevahiya beş û herêman re me gelek gav di vî warî de avêtin. Her wiha me sazî û hêzên pispor ên taybet ava kir.

Îro di vê civînê de bi rêya avakirina meclîsa leşkerî ya giştî me careke din berdewamkirina prosesa ji nû ve avakirina sazumaniya Hêzên Sûriyeye Demokratîk tekez kir. Tevahiya meclîsên leşkerî yên herêmî wê di bin sîwana vê meclîsê de kom bibin. Me saziyên leşkerî yên bilind ava kirin da ku kar û barên saziyên leşkerî li tevahiya beş û herêman birêxistin bike. Rêziknameyên me li gorî peyman û lihevkirinên navdewletî ne.

Di dawiyê de em Hêzên Sûriyeya Demorkatîk spasiya tevahiya kesên ku tevlî çalakiya me ya salan e bûne ji nûnerên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, partiyên siyasî, saziyên demokratîk û hevalbendên me yên Koalîsyona Navdewletî dikin. Em hêviya pêkanîna ewlehiyê ji gelê me, welatê me û cîhanê re bi giştî dixwazin."