Qirkirina siyasî tê protestokirin: Gav bi şûn ve navêjin

Operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê tê protestokirin. Di çalakiyan de peyama ‘Gav bi şûn ve navêjin’ der ket pêş.

Li navçeya Farqînê ya Amedê Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û destgîrkirin şermezar kir. Hevserokê HDP’a Farqînê Kenan Kaydû diyar kir ku AKP bi van zext û fişarên xwe dixwaze tolê ji HDP’ê hilîne û wê ev êrîş nikaribin HDP’ê lawaz û bêzar bikin. Kaydû anî ziman ku beriya niha bi demekê HDP’ê di Deklerasyona Aştiyê de bersiva li dijî van êrişan dabû û got: “Wê ev operasyonên sexte nikaribin me ji biryara me paş ve bidin, em hin bêtir bi hêz dibin.”

MÊRDÎN

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Mêrdînê jî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê daxuyanî dan û operasyon şermezar kirin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê y Nisêbînê Hêvîdar Dînç daxuyanî da û da zanîn ku ev operasyon dewama operasyonên serdemên berê ne û ew ê li dijî faşîzmê bêrawestan têbikoşin.

ŞIRNEX

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Silopiya Şirnexê jî li avahiya HDP’ê daxuyanî dan û destgîrkirina HDP’iyan protesto kirin. Gelek jin û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Aktîvîsta TJA’yê Zozan Aksû daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li dijî van operasyonên qirkirina siyasî paş ve gav neavêjin û ew ê li dijî van operasyonên êrîşkar ên AKP’ê û faşîzm û zayendperest kêliyêk wê her dem têkoşîna xwe bidomînin. Aksû got ew ê li her deverê têkoşîna xwe mezin bikin û rêxistina xwe xurt bikin û xwe biparêzin.

Piştî daxuyaniyê jinan kêliyek çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşm berz kirin.

WAN

Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê jî operasyona li dijî HDP’ê şermezar kir. KESK’ê li avahiya xwe daxuyanî da û gelek rêveber û endamên wan beşdar bûn. Berdevkê Platforma KESK’ê Seyfettîn Îtah daxuyanî da û diyar kir ku ji bilî têkoşîna bi hev re tu vebijêrkek li pêşiya wan nemaye û banga têkoşîna bi hev re ya li dijî operasyonan kir û tê xwestin HDP’ê krîmînalîze bikin. Îtah got ew destgîrkirina şermezar dikin û ew ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe mezintir bikin.