Qirkirina siyasî li Çewlik û Mersînê hate şermezarkirin

Êrişên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê li Çewlik û Mersînê hatin şermezarkirin.

Li Çewlikê, li pêşiya avahiya HDP'ê ya bajêr bi çalakiya rûniştinê êrişên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin.

Hevserokê Rêxistina Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê Veysî Kaya operasyona qirkirina siyasî şermezar kir û got, "Operasyonên pûç nikarin me ji doza me vegerînin. Wê ev yek bêhtir me bi hêz bike. Li dijî rêveber û wekîlên me yên berê ku hatine destgîrkirin êşkenceyê dikin. Divê demildest dest ji vê nêzîkatiyê berdin. HDP gel e, nayê bêdengkirin."

Li Mersînê jî serê sibehê polîsan avêtibû ser malan û Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Gulbahar Şofer û endamê Meclîsa Partiyê Bariş Karabiyik destgîr kiribûn.

Rêxistina HDP'ê ya Bajêr li ber avhaiya bajêr destgîrkirina Şofer û Karabiyik şermezar kir.

 Li ser navê girseya ku li hev kom bûbû Cîgirê Hevserokê HDP’ê Ercan Alp axivî. Alp, operasyonên li dijî partiya xwe bi bîr xist û diyar kir ku wê paşeroj, edalet, wekhevî û demokrasiya welat radestî AKP’ê nekin û ev tişt got: "Heke tişta hevseroka me kiribe sûc be, me jî heman sûcî kiriye."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.