Qeyûmê Tirk ê li Wanê navê Feqiyê Teyran radike

Waliyê Tirk û dagirkerê şaredariyê Mûrat Zorlûoglû biryar da ku Parka Feqiyê Teyran bê hilweşandin û li şûna wê meydan bê çêkirin. Bi vî rengî wê navê Feqiyê Teyran jî bê rakirin.

Waliyê Tirk û dagirkerê şaredariyê Mûrat Zorlûoglû dijminatiya xwe ya li Kurdan û karên xwe yên ji bo Tirkkirinê didomîne. Zorlûoglû, piştî ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weke qeyûm tayîn bû, mîna Serokê AKP'ê yê bajarê Wanê tevgeriya. Niha jî navê Feqiyê Teyran radike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî, sala 2010'an navê Parka Bajêr kiribû 'Parka Feqiyê Teyran'. Lê belê Walîtiya Tirk a li Wanê destûra vê yekê nedabû. Waliyê Tirk ê wê wextê yê li Wanê Munîr Karaloglû tîpên 'ê' û 'q' ji xwe re kiribû hincet ku vî navê qebûl neke. Ya ku Karaloglû wê wextê nekarî bike, niha jî Waliyê Tirk ê li Wanê û qeyûm Mûrat Zorlûoglû dixwaze bike. Qeyûm Zorlûgolû got, "Ya ku em ê li cihê avahiya berê ya şaredariyê û derdora wê çêbike meydan e, ya jî projeya parka bajêr e. Ev projeyeke mezin e ku wê li ser erdekî ji 25 donimî bê çêkirin. Ya ku bibe meydana bajêr ev der e... Hefteya bê em ê bi dîmen, projeya meydana bajêr bi raya giştî bidin naskirin. Ti ji esnafên li qada ku em ê meydana bajêr lê çêbikin, wê mexdûr nebe."

Serokê Çev-Der a Wanê Alî Kalçikoglû li ser mijarê daxuyanî da û got, "Eger wê meydana bajêr bê çêkirin, çima ji navê Feqiyê Teyran aciz in? Gelo mebest ev av e? Xwe li Kurdîtiyê, xwe li nirxên Kurdan ranagirin. Rakirina vî navî bi ti awayî nayê qebûlkirin. Êdî qanûn, meclîsa şaredariyê nîne. Biryar ji aliyê kesekî bi tenê ve tên dayin. Em ê serî li rêyên hiqûqî bidin."