Qeyûmê nû peyameke sosret şand

Ozan Balci, ku li şûna qeyûmê Peyasê Mûstafa Kiliç hate bicihkirin, ji mirovên belasebep ji kar hatine derxistin peyamek şand û got, "Eger lenetê li terorê bînin" wê karibin li karê xwe vegerin.

Li Şaredariya navçeya Peyas a Amedê, ku AKP'ê bi rêya qeyûm ji xwe re kiriye cihekî jêxwarinê, Ozan Balci yê li şûna qeyûmê beriya xwe Mûstafa Kiliç bû qeyûm, bi rengekî ecêb dest bi kar kir. Li şaredariya Peyasê, ku bi tayînkirina qeyûm re bi sedan karker û karmend belasebep ji kar hatin derxistin, peyamên nivîskî û devkî ji mirovên ji kar hatine derxistin re şand.

Di vê peyamê de ku ji şaredariyê hate şandin, wiha hate gotin, "Werin, lenetê li rêxistina terorê PKK'ê bînin. Werin lêborînê bixwazin û sozê bidin ku destekê nedin terorê." Di peyamê de hat ragihandin, ku vî şerî wê karibin kar ji wan re bê dayin.

Ti karkerî li gorî vê peyama sosret heta niha serlêdan nekirine.

HEVSERA WÎ AVÊTIBÛ SER ŞAREDARIYÊ

Qeyûm Kiliç, karkerên li şaredariyê ji kar derxisitbû, li şûna wan jî endamên AKP û partiya Hur Dava Partîsî ku alîgirê Hîzbulkontra ye, bi cih kiribû. Piştî ku hate tayînkirin, li kreşên Zarokîstanê ku rêveberiya DBP'yî bi şertên zehmet vekiribû, zimanê perwerdeyê kir Tirkî û navendên çandê jî bi gotina, "Li vê derê perwerdeya bê exlaq tê dayin" girtibû, bi sedan karker û karmend bi gotina, "xizmên wan li çiyê ne" ji kar derxistibû. Navê Kiliç bi rewşeke sosret a 'eşqê' jî ketibû rojevê.

Ji ber ku odeya Midûra Daîreya Karê Fenê Merve Ersû Erturk a ji Mersînê ji aliyê qeyûm ve hate anîn bi odeya qeyûm ve bû û timî diket odeya qeyûm, gotegot der heqê wan de dihate kirin û ji ber vê yekê jî hevsera qeyûm Hatîce Kiliç avêt ser şaredariyê û jê re gotibû, "Ez ê te rezîl bikim." Xwestibû Erturk ji wezîfeyê bê girtin.