Qeyûmê li Erdîşê bi rêya TOMA'yan darên li navçeyê hişk kir

Li Erdîşê, darên ku bi fermana qeyûm ji aliyê TOMA'yan ve tên avdan, yek bi yek hişk dibin. Tê gotin, madeyên kîmyewî yên di nava ava TOMA de hene, bûne sedema hişkbûna daran.

Wesayita Destwerdana li Bûyerên Civakî (TOMA), ku hêzên dewletê bi rêya wan ava şid û ava bi îsot berdide gel, bi fermana qeyûm Mehmet Şîrîn yaşar ji 24'ê Tîrmehê û pê ve dest bi avdana darên li rêya peravê kir. Ev karê qeyûm bû sedem ku dar hişk bibin. Piştî vê avdanê, bi dehan darên peravê hişk bûn.

Qeyûmê ku şaredariya navçeyê desteser kiriye, bi vê yekê dixwest vê mesajê bide: "Êdî li Erdîşê aramî heye, ji ber vê yekê TOMA daran av didin."

Hawirdorparêz jî dibêjin, madeyên kîmyewî yên li depoya avê ya TOMA'yê, ya jî ava ku bi şid tê berdan, zerar dane koka daran.

'HEWL DIDIN KU GEL BIXAPÎNIN'

Serokê ÇEV-DER'e Alî Kalçik li ser mijarê axivî û got, "Eger darên ku bi salane hene b ivî rengî hişk dibe, ev tesadûf nîne. Eger piştî avdana bi rêya TOMA hişk bû be, ev yek ji ber madeyên kîmyewî yên li nava TOMA'yê ye. Naxwe çima dar ji nişka ve hişk bibe? Şênkahiyeke me hebû, ew jî hişk kirin. Encama madeyên kîmyewî ye. Eger armanc parastina hawirdorê be, rê û rêbazên cuda yên vê yekê hene. Yên ku ji bo avdana daran jî pere digirin dixwazin vê peyamê bidin, 'Her tişt baş e, polîsan hemû pirsgirêk çareser kirine û vaye TOMA avdanê dikin'. Di rewşeke ku kes nikare daxuyaniyekê jî bide çapemeniyê, tiştekî tesadûf nîne ku TOMA daran 'av dide'. Jê aciz in ku Kurd li bin siya wê darê jî rûnê."