Qeyûm ji bo alîgirên xwe veguheztin kiriye qada rantê

Qeyûmê şaredariya Erdîşê ya ku hatibû xespkirin otobosên şaredariyê ji bo xizmeta gel bi kar nayne, gel mehkûmî wesayîtên taybet ên serwîsê yên alîgirên AKP û MHP’ê dike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP’ê ji bo şaredariya Erdîşê ya DBP’yî otobus stendibû. Ev otobos ji aliyê qeyûmê şaredariya Erdîşê nayên bikaranîn. Li Erdîşê ya ku nifûsa gel 200 hezar e, hema bibêje hemû xetên nava bajêr ên veguhestinê ên alîgirên AKP û MHP’ê ne. Ji ber ku gelek wesayîtên şaredariyê nayên bikaranîn, gel mehkûmî servîsên taybet ên veguhestinê tên kirin.

Şêniyên Sahîl Kent (TOKÎ’ya jêr) û yên Taxa Adnan Menderes (TOKÎ’ya jor) diyar kirin ku di warê veguheztinê de qeyûmê Erdîşê wan mexdûr dike.

Hemwelatiyekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku ew bi saetan li benda wesayîtan dimînin û got ku, “Di dema şaredariya DBP’ê ya Erdîşê de astengiyeke me ya wisa tunebû. Bi saya otobosên şaredariya Erdîşê û ya bajarê mezin a Wanê yên DBP’ê di warê veguhestinê de astengiyên me tunebû. A niha otobosên şaredariyê di garajan de tên rizandin û qeyûm me mehkûmî wesayîtên taybet dike.”

ŞAREDARIYA BÊ DEYN, 500 MILYON LÎRA DEYNÊ WÊ ÇÊBÛ

Şaredariya Erdîşê ya ku ji aliyê AKP’ê ve hate xespkirin, qeyûm gelek erdên şaredariyê firot û di nava 2 salan de şaredarî xist bin deynekî 500 milyon lîra. Şaredariya Erdîşê wekî qereqolan dora wê bi dîwaran hate lêkirin û ji gel re hate girtin.

Eraseya Bazara Penîr a şaredariyê ya ku fiyata wê 3 milyon lîra ye, 300 hezar lîrayî hate firotin. Bazara Penîr a Nû ya ku fiyeta wê 2 milyon lîra ye jî ji aliyê qeyûm ve 9 milyon lîrayan firotin esnafan.

Di heman demê de qeyûm Perava Erdîşê ya 7 kîlometreyan jî kir navenda rantê.