ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Çalakiyên ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bêne lidarxistin, wê werin şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê werin şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, bi komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwestin astengiya li pêşiya Qirkirina Kurdan ji holê rakin û bang kir ku têkoşîna li dijî vê yekê bê mezinkirin.

Hevsekreterê Giştî yê ELDH'ê Thomas Schmidt diyar kir ku hikumeta Tirk bi tecrîda taybet û cihêkar a li Îmraliyê re hem pîvanên navneteweyî hem jî qanûnên xwe binpê kiriye.

Gerîlayên HPG'ê li ser komploya 9'ê Cotmehê axivîn û anîn ziman ku komplo planeke qirêj a li ser paşeroja ciwanan bû, lê belê bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd hate têkbirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel şert û mercên giran ên êşkence û tecrîdê bi fikrên xwe berxwedaneke fikrî li dijî komployê da destpêkirin û li asta navneteweyî jî bû nîşaneya têkoşîna demokrasî û aştiyê.

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bi rêya girtîgehên bi tîpa bîrê hatiye belavkirin û got, "Tecrîda li ser Abdullah Ocalan darbeyek li dijî mafên mirovan e."

"Astengkirina hevdîtinên Abdullah Ocalan ên bi parêzer û malbata xwe re, baweriya bi mekanîzmayên şopandinê yên navneteweyî lawaz dike."