Qeyûm dixwaze Colemergiyan ji şûnwarê wan bike!

Qeyûmê ku hatî ser Colmergê heqê dagirkeriyê dide û gel ceza dike. Qeyûm dixwaze gelê Colemergê ji şûnwarê wan bike û zemînê çêdike ku hêla nexweşiyê çêbibe.

Piştî ku qeyûm anîn ser Şaredariya Colemergê navenda bajêr û hemû taxên bajêr kambax bû. Qeyûmê bajar kire xirabeyên ku kund li ser dixwînin. Colemerg ku bi mêjûya bi hezaran sal e, ji roja ku ava bûye û heta niha dema xwe ya herî wêran dijî.

NAVENDA BAJÊR KIRIN GUND

Colemerg bi sedan salan serwerî herêmê bû û bi hezeran berhemên dîrokî li pey xwe hişt. Lê piştî  dagirkeriya rejîma AKP’ê rewşa 2017’an a bajarê ku ev çend dewlmend e şepirze bûye. Qeyûm ji bo ku navenda bajêr vala bike bajar kiriye weke gundekî. Gelê Colemergê li dijî vê şepirzekkirina Colemergê ku rê nîşanî dîrok, şaristanî û mirovahiyê kiriye, helwesta xwe diyar dike. Colemergî dibêjin ti caran rewşa Colemergê ev qas kambax û wêran nebûye.

‘POLÎTÎKAYA KOÇBERKIRINÊ’

Ji ber polîtîkaya zext û zordarî û qirkirinê ya dewleta Tirk a li ser navenda bajêr a Colemergê û derdora bajêr bûye weke kavilên ku kund lê dixwînin. Colemerg ku beriya qeyûmê ji derdorê mirov diçûn li Colemergê bi cih dibûn, piştî qeyûmê êdî şêniyên bajêr ji bajêr derdikevin. Polîtîkaya koçberkirinê ya ku dewlet li bajarên Kurdistanê dike, li Colemergê ji mêj ve ye ku tê kirin.

GEL CEZA DIKIN

Piştî ku qeyûm hate bajar di nav gilêşê de maye û qeyûm berê xwe daye xirakirina xizmetên ku şaredariya DBP’ê kirî û bi vî rengî jî qeyûm gel ceza dike. 

‘QEYÛM DIXWAZE BAJÊR VALA BIKE’

Li nav bajêr konçalên mezin çêbûne, kuçe û kolan di nav toz û heriyê de mane.

Esnafekî ku nexwest navê xwe bide li dijî kirinên qeyûmê derket û wiha axivî: ‘’Qeyûm dixwaze bajêr vala bike. Lê em gelê Colemergê serê xwe ji wan re natewînin. Dewlet armanc dike ku em Colmergê berdin û van deran vala bihêlin. Lê ti caran em bajarê xwe naterikînin.’’

Her wiha gelê Colemergê got memûrekî ku dewletê ew peywirdar kiriye nikare wan bi rê ve bibe, wan ti caran qeyûm qebûl nekiriye, vîna wan heye û vîna wan şaredarê wan ê DBP’yî ye ku bi dengên xwe ew hilbijartine. 

Gelê Colemergê got, her çendî niha ne li ser kar bin jî vîna wan şaredarê wan in.