Qelqelî ji aliyê aborî ve hatiye tecrîdkirin

Li Qelqeliyê ku mîna dorpêçkirî ye û çavkaniyên xwe yên aboriyê hemû hatine birîn, şêniyên herêmê dibêjin ku ji ber sekna xwe ya siyasî têne cezakirin.

Li navçeya Qelqelî ya Wanê bi salan e ambaroya aboriyê tê ferzkirin.

Qelqelî demekê li Wanê û herêmê navçeyeke welê bû ku sewalkarî û çandinî lê dihate kirin, bazirganî lê xurt bû. Lê belê salên dawî ji ber polîtîkayên hikumeta AKP'ê koçberiyeke ji neçarî lê tê kirin. Di sala 2019'an de nifûsa navçeyê 80 hezar kes bû, di nava 5 salên dawî de daket 68 hezar kesî. Li navçeyê demekê bazirganiya li ser sînor dihate kirin, bi Îranê re têkiliyeke xwe ya xurt a bazirganiyê hebû, lê belê ev çavkaniyê navçeyê bi hinceta 'qaçaxçitiyê' hate birîn. Di salên 2000'î de 82 ciwan bi hinceta qaçaxçitiyê hatin kuştin. Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li Sarayê jî ji aliyê hikumetê ve beriya hilbijartinê tê vekirin, lê belê hikumeta AKP'ê ji ber ku di hilbijartinê de encama dixwaze nikare bi dest bixe, weke cezakirina xelkê navçeyê deriyê sînor careke din digire. Di hilbijartinên giştî û xwecihî de yên salên dawî hatin kirin, li Qelqeliyê HDP'ê ji sedî 90 û ji sedî 80 ê dengan bi dest xist. Navçe tevî Licê bû ew navçe ku HDP'ê li Kurdistanê dengê herî bilind bi dest xist.

Hevşaredar Yakûp Almaç ku qeyûm li şûna wî hatiye bicihkirin, ambargoya aboriyê ya li ser navçeyê nirxand û diyar kir ku îzolasyoneke siyasî li ser navçeyê tê ferzkirin. Almaç got, "Navçeya me xwedî li xwe, nasnameya xwe derdikeve û ev yek di hilbijartinê de eşkere bû. Ev yek jî desthilatdariyê aciz dike. Qirkirina aborî û siyasî lê tê ferzkirin. Ji Komkujiya 33 Fîşekan û vir ve polîtîkayek tê meşandin. Mînak deriyê sînor dikare bi kêrî xelkê Qelqelî û Sarayê bê, lê belê destûra vê yekê nayê dayin. Li her devera cîhanê ev bazirganî asayî ye, lê belê li gel me tê qedexekirin. Bazirganiya li ser sînor bi dîwaran tê astengkirin. Dema ku mijar bazirganî be bi qaçaxçitiyê tê astengkirin. Lê belê hin komên sermayeyê yên xurt li gorî dilê xwe sotemeniyê ji sînor derbas dikin. Hîn jî gaza xwezayî nedane navçeya me. Zivistanê gelekî sar e û mirov ji ber ku nikare lêçûnên zêde yên sotemeniyê bidin di zivistanê de navçeyê diterikînin. Bi rengekî cidî koçberî ji navçeyê tê kirin. Nifûsa me ji 80 hezar kesî daket binê 70 hezar kesî. Sedema vê yekê jî pêkanînên aborî û siyasî ye. Mafê rêveberiya xwecihî ya gel jê tê wergirtin. Ji gel re dibêjin 'Em ê we bi rê ve bibin'. Bi xizanîkirina mirovên me hewl didin berê mirovan bide nêrîna xwe ya siyasî. Mirov dikare bibêje ku navçeya me tecrîdkirî ye."

JI WAN HEYE KU WÊ SERÎ BIDIN TEWANDIN

Endamê Meclîsa Şaredariyê ya HEDEP'ê Ecevît Ceylanci jî diyar kir ku xelkê navçeyê ji ber sekna xwe ya siyasî dibe hedefa zexta siyasî û aborî ya AKP'ê û got, "Ya herî girîng jî tecrîda aboriyê tê ferzkirin. Gelê me bi rêk û pêk neçarî koçberiyê tê hiştin. Nahêlin ku li deriyê sînor kar bê kirin. Her roj mirovên me neçar dimînin ku koçî bajarên rojava bikin. Xelkê me yê navçeyê dixwaze ambargoya aboriyê bê şikandin û ji bo vê têdikoşe. Ji wan heye ku wê bi vî rengî serî li xelkê me bidin tewandin, lê belê xwe dixapînin. Xelkê me yê navçeyê sed sal in rê neda vê siyasetê, ji niha û pê ve jî wê rê nede."

KOÇA BI ZORÊ TÊ FERZKIRIN

Hevseroka HEDEP'ê ya navçeyê Sakîne Kûtpinar jî ragihand ku bi ambargoya aboriyê gel tê cezakirin û got, "Ya rast, navçeya me ji ber ku xwedî li nasnameya xwe ya siyasî derdikeve mixabin dibe hedefa zilma desthilatdariyê ya koçberiyê. Ji aliyê aborî ve kes nikare debara xwe bike. Ji Noşarê ku taxa me ya herî mezin a navçeyê ye 250 malbatên me koç kirin. Ev yek rewşeke gelekî bi êş e. Şaredariya qeyûm ji xwe bi pirsgirêkên li gundan re eleqedar nabe. Gelê me ji xwe koçî bajarên rojava dike. Deriyê me yê sînor jî beriya her hilbijartinê ji bo hilbijartinê weke amûrekê tê bikaranîn. 'Derî vedikin' lê belê dema ku encamê ji hilbijartinê wernagirin vê biryara xwe betal dikin. Ev jî nîşan dide ku ambargoya aboriyê li ser navçeya me ferz dikin."