Qadek ji bihuşta li ser rûyê erdê: Gundê Emera

Dema mirov ji quntara çiyê lê dinere, deşteke ku bi rengê bêhempa yê biharê xemiliye dibîne. Ev dever qadeke navbera Kanîreşê û Gimgimê ye. Yek ji bihuştên li ser rûyê erdê, gundê Emera ye.

Li gor hinek lêkolînan dîroka navçeya Gimgimê digihêje heta dema Medan. Li Gimgimê her wiha bermahiyên serdema Urartûyan jî hene. Navçe ji aliyê Pers, Rûm û Bîzansiyan jî hatiye dagirkirin. Di navbera dewletên Îranê û Osmaniyan de gelek caran dest guhertiye. Navçe di Şerê Çaldiranê de yê sala 1514’an, ketiye bin dagirkeriya Osmaniyan. Di wan qonaxan de Mîrîtiyên Kurdistanê yên li Gimgimê jî di karên xwe yên navxweyî de azad bûne.

BÊHNA AZADIYÊ

Gimgim di Serhildana Şêx Seîd de xwedî roleke dîrokî ye. Bi qasî demeke kurt be jî Gimgimê azadî tehm kiriye. Tê behskirin ku dema di serhildana Şêx Seîd de Gimgim tê azadkirin hêzên Kurd ên di bin fermandariya Şêx Ebdullah ê girêdayî tevgera Şêx Seîd, li qesra hikûmetê ya navçeyê ala ku wan îfade dike daliqandine. Ev navçeya heta mûrehkên xwe xweşiya azadiyê hîs kiriye û bûye şahîdê xiyanetê jî. Li ser pira Evdirehmanpaşa ya di navbera Mûş û Gimgimê de Şêx Seîdê nemir dîl ketiye destê dewleta Tirk.

Gimgim piştî bi salan caran careke din bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re çavên xwe li berbangên bi hêvî û daxwaza azadiyê re vekir. Keç û xortên wê bi tilîlî û dirûşman berê xwe dan çiyayên azad ji bo hêviyên Şêx Seîdan, Seyîd Rizayan bînin cih.

GUNDÊN ELEWIYAN XWEŞ IN

Li navçeyê û derdora wê rengînî û dewlemendiya çanda Kurd û Kurdistanî bi qasî xweşikbûn û delaliya erdnîgariya wê jî xwe dide der. Li navenda navçeyê Kurdên Elewî û Sunnî yên bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re careke din hestên wan ên neteweyî zindî bûn pêkve dijîn. Her wiha li gelek gundên girêdayî navçeyê gundên Kurdên Elewî û Sunnî jî hene. Gundê Emera yê nêzî 70 mal e yek ji gundên Elewiyan e. Gundê Emera dikeve bin quntara çiyayê Bîngolê û li vê herêmê nêzî 70-80 gundên Kurdên Elewî hene. Dema ku mirov ji quntara çiyayê Bîngolê dinêre deştek ku bihar lê kes, zer û sor bûye li pêş Kanîreşê ye û hemû tê xuyakirin. Deştek bê ser û ber e. Ev dever sînorê Kanîreş û Gimgimê ye. Deverek wek bihuştê xuya dibe.

JIYANA GUNDAN XWEŞ E

Gundê Emera ji Gimgimê zêdetir nêzî navçeya Kanîreş ya Çewligê ye û li beranberî gund gola Golbehrî heye. Li serê çiya keviyên berfê û li binê çiyayan jî şênahiyek bedew dixuye. Gundiyê bi navê Bîlal Surmelî yê 63 salî li ber pezê xwe ye û ew ji gundê Emera ye. Dema ku mirvo li rûyê apê Bîlal dinêre kêfxweşiya biharê li ser rûyê wî nîşan dide. Bîlal Surmelî, qala serpêhatî û jiyana zozanan û kar û barê gundan dike. Ew dibêje xwe dîtiye û nedîtiye sewalkariyê dike. Surmelî, dibêje 63 sal e ew ji gund derneketiye û ji jiyana gund gelek hes dike.

MÊŞVANÎ Û SEWALKARÎ

Bav û kalê Surmelî di sala 1947’an de ji gundê Ceban yê girêdayî navçeya Kanîreşê ya Çewligê koçî gundê Emera yê Gimgimê kiriye. Surmelî, ji 11 birayan birayê herî biçûke û bavê sê zarokan e. Ji zimanê Kurdî zaravayê Kirmanckî û Kurmancî dizane. Surmelî, ji zarokatiya xwe heta roja îro bi karê sewlkariyê ve mijûl dibe û wiha qala jiyana xwe ya gund dike. Surmelî anî ziman ku ew jiyana gund ti carê bi jiyana bajaran nade û wiha axivî: “Jiyana me ya gundan pir xweş e, ez li vî gundî hatime li ser rûyê dinyayê. Ji ber ku demsala zivistanê gelek dijwar derbas dibe em hemû kar û xebatên xwe di meha bihar û havînê de pêk tînin. Zivistanê hemû rêya gund bi berfê tê girtin û em di şertên gelek zehmet de dijîn. Di meha zivistanê de ti kar tineye em bikin tenê em bi sewalên xwe re mijûl dibin. Li vê herêmê tenê karê sewlkarî û mêşvaniyê heye.”

LI GUND HER TIŞT XWEZAYÎ YE

Surmelî da zanîn ku ji ber derfetên kar li gund tineye ciwan berê xwe didin bajaran û wiha pê de çû: “Li gund kesên weke min kalemêr karê sewalan û mêşvaniyê dikin. Ji ber ti derfetên din yê kar tineye ciwan piştî dibin 20 salî berê xwe didin bajarê Tirkiyeyê û li wir dixebitin. Ez naxwazim ti kes ji gund derkeve. Eger ku mirov ji xwe bawer be û ji axa xwe hes bike dikare hemû karî li vir bike. Jiyana gund bi tendurist û bexteware. Ti pêdiviyên me li bajaran çênabe. Hemû pêdiviyên xwe yên jiyanê bi awayek xwezayî pêk tînin. Penîr, mast û rûnê nivîşkê bi awayek xwezayî em çêdikin. Her wiha hingivê herêma me bi nav û denge. Ji bo vê yekê ez ê ti carê ji gund neçim û heta dawiya jiyana xwe li ser axa xwe bijîm.”

LI GUND CEMXANE TINEYE

Surmelî bilêv kir ku ji derveyî cemxaneyê ti pêdiviyên wan li gund tineye û wiha got: “Li gund em 70 mal in û li gel vê jî cemxane tineye ku em lê îbadeta xwe bikin. Em îbadeta xwe li mala şînê dikin. Em gelek dixwazin li gund cemxane hebe. Li deverên Tirkiyeyê li dijî xelkê Elewî êrîş pêk tên. Lê li herêma me ev ne pêkane ku li hemberî Elewî û baweriya wan êrîş pêk were. Em hemû li vir Kurdin û ji baweriya hevre bi rêzdarin. Ji xwe ti ferqa me li vir nake û em hemû weke malbatekê ne.”